Sereke

Serokwezîr Paşînyan ragîhandîye ku ew ê li ser vexwendina Donald Tramp beşdarî civîna yekem ya “Konsêya aşîtîyê” bibe

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê 19 ê sibatê  li ser vexwendina serokê Dewletên  Amêrîkayêye Yekbûyî Donald Tramp, beşdarî civîna serokên “Konsêya aşîtîyê” ya Gazayê bibe.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di daxuyanîya hevbeş de bi cîgirê serokê Amêrîkayê Vêns re  ragîhandîye. Serokwezîr Paşînyan destnîşan kirîye ku “Ez dixwazim destnîşan bikim ku min vexwendina serokê Amêrîkayê Donald Tramp ji bo beşdarbûna di rûniştina yekem ya konsêya aşîtîyê ya 19 ê sibatê wergirtîye û bi kêfxweşî qebûl kirîye”.

Konsêya aşîtîyê, ku di bin serokatiya serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Donald Tramp de hatîye damezrandin, niha 27 endam hene, di nav wan da nin serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv.

Merasîma îmzekirina peymana konsêya aşîtîyê 22 ê çile li Davosê pêk hatîye.Serokên şandeyên Ermenîstanê, Dewletên Amerîkayêye Yekbûyî, Argêntînayê, Adirbêcanê, Bahrêynê, Bilgarîyayê, Misirê, Macaristanê, Îndonêzyayê, Urdunê, Qazaxistanê, Kosovoyê, Marokoyê, Pakîstanê, Qeterê, Paragvayê, Erebistana Saûdîyê, Tirkîyayê, Yektîya Mîrtîyên Ereba û Ûzbêkîstanê beşdarî merasîma îmzekirinê bibûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button