H’emû nûçeSereke

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê sê nivîsîngeh li Rojavayê Kurdistanê vekirine

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazîyê  qonaxeke nû ya karên xwe yên mirovî li Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin û piştî wergirtina destûra fermî û temamkirina rêkarên qanûnî, nivîsîngehên xwe li bajarên Qamişloyê, Dêrkê û Amûdê vekirin da ku alîkarîyan bi awayekê dezgehî û rêxistî bigehîne alîyên hewcedar.

Endamê desteya birêvebirinê ya dezgeha Barzanî ya Xêrxwazîyê Rewec Hacî 10 ê sibata sala 2026 a ji Kurdistan24ê re ragîhandîye ku, nivîsîngehên wan yên nû bi tevahî amade ne û bi rengekê qanûnî hatine tomarkirin û dest bi xebata xwe kirîye.

Rewec Hacî ron jî kirîye ku, wan daxwaza destûra karkirina ji bo rewşa awarte nekirîye, belkî destûra fermî ji hukumeta Sûryayê û wezîreta der ya wî welatî heye ku hemî deverên Sûryayê vedigire, ev jî bi hevahengîya nivîsîngehên rêxistinan li Qamişloyê û birêvebiriya deverê tê kirin da ku karên wan bi tevahî femî bin.

Li gorî gotinên wî berpirsê dezgeha Barzanî ya Xêrxwazîyê, wê dezgehê niha toreka berfireh heye û nivîsîngehên fermî li Şamê, Helebê, Efrînê, Hesekê, Qamişloyê, Dêrikê û Amûdê hene da ku karên xwe yên mirovî bi rê ve bibin.

Di derheqa rêjeya alîkarîyan de jî, amarên wê dezgehê nîşan didin ku ji destpêka karê wan li Rojavayê Kurdistanê heta 8 ê sibatê, wan 367 karwanên alîkarîyan gihandine deverê.

Di vê çarçoveyê de, wana nêzîkî 90 hezar danên xwarinê yên germ, alîkarîyên xwarinê, pêdivîyên zivistanê û kelûpelên paqijkirinê li ser zêdetir ji 15 hezar malbatan belav kirine, herwesa zêdetir ji 332 hezar lîtreyên sotemeniyan ji bo germkirin û çêkirina xwarinê jî ji neh hezar û 64 malbatan re dabîn kirine.

Di vê navberê de, tîmên dezgeha Barzanî ya Xêrxwazîyê xizmetên tenduristîyê raberî nêzîkî heyşt hezar kesan kirine, ku pişkinîn û çareserîyên destpêkî vegirtine, herwesa bi rêya projeyan jî 906 derfetên karî yên demkî ji bo şênîyên deverê peyda kirine.

Ev pêngav jî di demekê de ne ku rewşa aborî û mirovî ya deverê ji ber hevrikî û şerên navxweyî pêdivîtîyeka zêde bi alîkarîyên bi vî rengî yên berdewam heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button