H’emû nûçeSereke

Paşînyan û cîgirê serokê NVIDIA ê li ser mijarên têkildarî bicîhanîna projeya avakirina kargeha AB û navenda daneyan li Ermenîstanê niqaş dikin

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan cîgirê serokê NVIDIA ê Rêv Lêbarêdyan pêşwazî kirîye. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, ji ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê ragîhandine ku wextê hevdîtinê mijarên têkildarî pêkanîna projeya avakirina kargehek û navenda daneyan ya îstîxbarata sûnî li Ermenîstanê ji hêla Firebird ve hatine niqaş kirin. Rêv Lêbarêdyan destnîşan kirîye ku avakirina navendê berdewam dibe. Di vî warî de, alîyan girîngî dan dayîna destûrên hinardekirinê ji bo koma din ya çîpên pir bihêz yên ku ji hêla NVIDIA ve têne hilberandin.

Nîkol Paşînyan û Rêv Lêbarêdyan li ser mijarên têkildarî pêşveçûna zêdetir ya sêktora têknolojîk li Ermenîstanê û danasîna zekaya sûnî ji bo zêdekirina karîgerîya pergala rêveberîya giştî axivîne. Di vî warî de, serokwezîr tekezî li ser pêwîstîya piştgirîyê ji sêktora taybet kirîye.

Rêv Lêbarêdyan her wiha pêşnûmeyek ji bo pêkanîna bernameyeke perwerdehîyê di warê têknolojîyê de li Ermenîstanê  raber kirîye. Serokwezîr Paşînyan ev fikir  silav kirîye û piştgirîya hukumetê ji bo pêkanîna wê anîye ziman.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button