H’emû nûçeSereke

Zîyan gihandina berjewendîyên Rûsyayê di rojeva me de nebûye, nîne û wê nebe: Paşînyan

Zîyan gihandina berjewendîyên Rûsyayê di rojeva me de nebûye, nîne û wê nebe. Derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan di bernameya têlêvîzîyona giştî de gotîye.

Paşînyan tekez kirîye ku “Ev ne mimkûn e. Kes nikare me her çend hewl bide jî (heta niha tu hewldan çênebûne), tevlî mentîqa tevgerîna li dijî Rûsyayê bike. Em ji hevkarên xwe yên rûs re dibêjin: hûn dizanin, em ê bi we re şer nekin, em ê bi we re nîqaş nekin, em ê bi we re nekevin nav gengeşeyek devkî ya wisa, ji ber ku em qîmetê didin têkilîyên ku me hene”.

Serokwezîr tekez kirîye ku têkilîyên wî yên pir raste-rast û germ bi serokê Fêdêrasîyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê hukumeta Rûsyayê Mîxayl Mîşûstîn re hene.

“Em dibêjin ku em ê tu cara li dijî Rûsyayê tevbigerin, lê em ê her gav li gorî berjewendîyên Komara Ermenîstanê tevbigerin. Û ev wê stratejîya me be”.

Piştî 8 ê tebaxê, eşkere bûye ku di nav hevkarên me yên li Fêdêrasyona Rûsyayê de hin pirs hene û min bi kêfxweşî bersiva wan pirsan daye, em her gav ji bo axaftinê vekirî ne. Li Waşîngtonê, me naveroka ku me di 5 salên borî de pêşkêşî Fêdêrasyona Rûsyayê kiriye îmze kirîye. Bê guman, li wir “Rêya Tramp” tune bûye, lê me 5 peyv dixwest, tenê 5 peyv. Ew peyv ev bûn: yekparçeyiya axê, serwêrî, dadwarî, beramberî, neşikandina sînoran. Me gotîye van 5 peyvan li ser kaxezê binivîsin û ez amade me ku her dem wê kaxezê îmze bikim. Û di tiştê ku min got we zêdegavî tune. Û ev mînakek pir berbiçev e ku me qet li dijî Rûsyayê tevger nekiriye û em ê tevbigerin”,- Nîkol Paşinyan destnîşan kirîye.

Li gorî serokwezîr, ew ê bi Rûsyayê re şer nekin, her tim di rojevê de alozî û nîqaş hene, lê ew ê bi Rûsyayê re pirsgirêkan neefirînin, ew ê berjewendîyên Ermenistanê bişopînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button