Em bang li rayedarên Adirbêcanê dikin ku hemû girtîyên ermenî serbest berdin: parlamêntvanên Konsêya Avropayê

Endamên parlamênta Avropayê li ser ermenîyên ku li Adirbêcanê hatine girtin daxuyanîyeke hevbeş weşandine. Karbidestan biryarên ku ji hêla dadgeha leşkerî ya Bekûyê ve li ser ji 19 girtyên ermenî 15 a hatine dayîn şermezar kirine.
Di belgeyê de tê destnîşankirin ku sala 2025 a di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê de gavên girîng ji bo aşîtî û lihevhatinê hatine avîtin, dêklarasyona Waşîngtonê hatîye îmzekirin, metina peymana aşîtîyê hatîye îmzekirin û piştî deh sala cara yekem bar bi rêya axa Adirbêcanê ji Ermenîstanê re hatîye şandin. Parlamêntvanan bi bîr xistine ku li Bekûyê 4 ermenîyên ku li Adirbêcanê girtî bûn jî serbest berdaye.
Di daxuyanîyê de hatîye gotin: “Bi van pêşketinan re, em bang li rayedarên Adirbêcanê dikin ku dînamîkên erênî pêşve bibin û hemû girtîyên ermenî serbest berdin”.
Parlamêntvanan bawerîya xwe dîyar kirine ku serbestberdana wan wê nîşaneke girîng ya nîyeta baş be û gaveke din ya girîng ber bi aşîtîyeke mayînde li Başûrê Kafkasîyayê ve be.







