Rîya hesin li çarxara aşîtîyê ye: Ermenîstan li bendê bersiva Rûsyayê ye

Niqaşên li ser vekirina danûstandinên herêmî derbazî qonaxeke pratîkî dibin, lê hîn jî bersivên zelal ji pirsên sereke re tune ne. Ji bo sererastkirina binesazîya rîya hesinê li Ermenîstanê bi sedan mîlyon dolar hewce ne û pirsa sereke jî eynî dimîne: kî wê vî karî, kengê û di bin çi mercan de pêk bîne?
Serokê komîtêya daîmî ya Yekîtîya Avropayê Arman Yêgoyan dibêje, di çarçoveya vekirina danûstandinên herêmî de, ji bo sererastkirin û modêrnîzasîyakirina binesazîya rîya hesin li Ermenîstanê veberhênaneke 200-300 mîlyon dolarî pêwîst e.
“Divê ew çend kîlomêtre rîya hesin zûtirîn dem de bê rêstorekirin û ji nû ve bê avakirin da ku em derfet bibînin ku ji cîhanê re, tevî Rûsyayê, rojhilatê, rojavayê, bakûr û başûr, binesazîyê ji bo veguhestina kelûpelan raber bikin”.
Li gorî Yêxoyan, beşa 2-3 kîlomêtrê ya Yêrasxê ya wenda û beşa kurttir ya Axûrîkê hewceyê ji nû ve avakirinê ne.Wek din, tê plankirin ku beşa xebitandinê ya bi qasî 100 kîlomêtrê ya rîya hesin bê modêrnîzasîyakirin.
19 ê çile, serokwezîr Nîkol Paşînyan behsa gavên ku ji alîyê Rûsyayê ve di vî warî de têne hêvîkirin kirîye. Li gorî serokwezîr, Ermenîstan hêvî dike ku beşa rîya hesin ji sînorê Ermenîstanê-Tirkyayê heta beşa xebitandinê ya di bin îmtîyaza Rûsyayê de li beşa Axûrîkê, ji sînorê Ermenîstan-Naxçêvanê heta beşa Yêrasxê û li beşa Tavûşê, tevî stansîya rîya hesin ya Îcêvanê, di demek nêzîk de bê sererast kirin.
Serokwezîr di hevpeyvîna li gel têlêvîzîyona giştî 10 ê sibatê de careke din behsa vekirina rîya hesin ya herêmî û bi taybetî jî xebitandina rîya hesin ya ku ji Mêgrîyê derbaz dibe kirîye û faktora “Rîya hesin ya Başûrê Kafkasîyayê” jî li ber çevan girtîye. Li gorî Paşînyan, Tirkya û Adirbêcanê avakirina rîya hesine nû ya Qers-Dîlok-Naxçêvan ragîhandine, ku ev yek reqabetê diefirîne.
Li gorî serokwezîr, di rewşeke navneteweyî ya aloz de, faktora desthilatdarîya Rûsyayê tê bikaranîn da ku rêya ku di Ermenîstanê re derbaz dibe wekî bêkêr bê raberkirin. Li gorî Nîkol Paşînyan, ev yek di analîzên çapemenîya navneteweyî û civaka pisporan de xuya dike.Serokwezîr dibêje, ji vê yekê derdikeve holê ku em ber bi aşîtîyê ve diçin, lê berjewendîyên me di rêyeke bê encam de ne. Ew zêde dike ku wî bi hevkarên xwe yên rûs re li ser vê mijarê nîqaş kirîye di warê sîyasî de bersiveke erênî heye, lê divê meseleya pratîkî bê çareserkirin.
“Divê em çareserîyekê bibînin û divê em wê çareserîyê bi mantîqeke dostane û biratî bibînin. Ev li ser berjewendîyên stratêjîk û demdirêj yên Ermenîstanê ye û divê hemû welatên me yên dostane bi wê yekê eleqedar bin ku berjewendîyên me bên xizmet kirin û ne berevajî vê, berjewendîyên me di rewşeke bêçalaktîyê de bin.
“30 ê çile de, nûnera fermî ya wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîa Zaxarovayê, ragîhandîye ku Moskva bi hevkarên xwe yên ermenî re di têkilîyeke berdewam de ye û hemû daxwazên ku ji Yêrêvanê tên wergirtin bi lez û bez çareser dike.Nûnera wezîreta Rûsîyayêye karên der her wiha destnîşan kirîye:
“Rûsya amade ye ku vebijarkên gengaz ji bo beşdarbûna di projeya TRIPP de lêkolîn bike, di nav de ezmûna rîya Rûsîyayêye hesin jî li ber çavan bigire. Pêşî, pêdivî ye ku hûn bi tevahî bi hemî hûrgilîyên pêkanîna vê înîsîyatîvê re nas bibin, ji ber ku pêşveçûna wê di qonaxa destpêkê de ye. Pêşnîyara Moskvayê ji bo Yêrêvanê ya ji bo lidarxistina şêwirmendîyên bingehîn bi beşdarîya hemî beşên eleqedar derbazdar e”.
Alîyê ermenî wê çiqas li benda bersiva alîyê rûsî bimîne? Arman Yêxoyan di bersiva vê pirsa “Radiolur” de destnîşan dike ku sererastkirina beşên rîya hesin demeke maqûl dixwaze.
“Armanca me ya dawî li vir ji nû ve avakirina wan her du beşan e. Ne şer,niqaş, lêdan lê belê ji nû ve avakirina wê du-sê kîlomêtrê li alîyekî û yekî kurttir li alîyê din”.
Di demên dawî de, wezîrê rêveberîya herêmî û binesazîyê Davîd Xûdatyan jî li ser vê mijarê axivîye û destnîşan kirîye ku têgihîştina alîyê Ermenîstanê ew e ku alîyê rûsî wê beşên girîng yên binesazîya rîya hesin ya Ermenîstanê sererast bike.
“Em danûstandinên bi alîyê rûsî re didomînin û têgihîştina me ew e ku em ê bi hevbeşî karê sererastkirina rîya hesin li beşên navborî bi wan re bikin. Bi gotineke din, em ê xebatê bi rêya wan bikin. Bi gotineke din, piştî daxuyanîya serokwezîr, çalakî dîsa ber bi wê alî ve diçin”.
Divê bê zanîn ku em behsa daxuyanîya serokwezîr Nîkol Paşînyan ya 25 ê kanûnê de dikin, ku li gorî wê Ermenîstan amade ye ku beşên girîng yên binesaziîya rîya hesin bi pereyên xwe sererast bike heger alîyê rûsî van karan di çarçoveya demê guncaw de temam neke. Li gorî Xûdatyan, guhertinên nû tune ne û alîyê ermenî hêvî dike ku tu guhertin çênebin.







