H’emû nûçeSereke

Wezîrê pîşesazîya têknolojîya bilind:monêtîzekirina YouTube wê di dawiya nîsanê û destpêka gulanê de li Ermenîstanê bê aktîvkirin

Yekem civîna têknolojî û nûjenîyê ya Ermenîstan-Dewletên Yekbûyî li Yêrêvanê pêk hatîye. Ez hêvî dikim ku ew ê berdewam be, ku me di nav rojan de karî nûnerên cûre-cûre yên pargîdaniyên têknolojîyê yên mezin yên amêrîkî vexwînin ku tê de beşdar bibin. Wezîrê zanist, têknolojî û nûjenîyê Mxîtar Hayrapêtyan 11 ê sibatê, di rûniştineke pirs û bersivan de bi hukumetê re behsa vê yekê kirîye û çend ji wan rêz kirîye.

Çend daxuyanîyên girîng ji hêla hevkarên me ve hatine dayîn. Me hin ji wan bi raya giştî re parve kirin.Nûnerên Firebird ji nû ve piştrast kirine ku wan ji qesira Sipî destûr wergirtine da ku qonaxa duyemîn ya projeya xwe, navenda daneyên îstîxbarata sûnî, bicîh bînin. Nirxa tevahî ya veberhênanê ya projeyê, ku di havîna borî de bi 500 mîlyon dolarî hatibû ragihandin, dê bi rastî bigihîje 4 mîlyar dolarî”.

Wezîr gotîye: “Hevkarên me yên li wezîreta Dewletên Yekbûyîye karên der jî daxuyanîya ku Google îro serê sibê dabû, bi taybetî li Ermenîstanê, bi îhtîmaleke mezin, pereçêkirin dê di dawiya nîsanê-destpêka gulanê de bê aktîfkirin. Ango, pakêta bernameya hevkarê YouTube wê li Ermenîstanê bê aktîvkirin”.

Wezîr gotîye:”Pêvajoyên grafîkî yên pêşîn ji bo navenda daneyan ya Firebird wê li Ermenîstanê bin. Navend wê çalakîyên xwe ji sala 2026 a pê ve berfireh bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button