Bloomberg: Amêrîka dikare ji bo kêmkirina girêdayîbûna bi Rûsyayê 13 mîlyard dolara zêdetir veberhênanê bide Ermenistanê: Bloomberg

Bloomberg radigihîne ku Ermenîstan ji bo pêleke veberhênanê ya bi pêşengîya Amêrîkayê amadekarîyan dike ku dikare ji 13 mîlyard dolarî derbaz bibe, hilberîna aborî ya salane ya welêt hema du qat zêde bike û girêdayîbûna wê ya demdirêj ya bi Rûsyayê re sivik bike.
Wek ku dezgeha medyayê destnîşan dike, serdana cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî Vênse bo Ermenîstanê vê hefteyê, ku li wir peymaneke hevkarîya ênêrjîya sîvîl ya 9 mîlyard dolarî îmze kirîye, nîşana kûrbûneke dramatîk ya têkilîyên Waþîngtonê bi komara biçûk ya Sovyêtê ya berê re ye.
Berfirehkirineke cuda ya projeya zekaya sûnî ya 4 mîlyard dolarî jî dikare bibe alîkar ku pêrspêktîvên aborîya 27 mîlyard dolarî ya Ermenîstanê veguherîne.
Aborînasê sereke yê Welatên Hevalbendîya Serbest Dmîtrî Dolgîn li Banka ING ra gotîye: “Hejmar bi xwe pir girîng in. Heger ev destpêşxerî bawerîyê teşwîq bikin û hesteke aramîya demdirêj biefirînin, ew dikare balkêşîya Ermenîstanê ji bo veberhênanên portfolîyoyê, veberhênanên raste-rast û heta şandina pereyan zêde bike”.
Wek ku Bloomberg destnîşan dike, peymanên ku bi Ermenîstanê re hatine îmzekirin û serdana Vênse bo Adirbêcana cînar roja din, dijwarbûna têkoşîna jêopolîtîk ya ji bo bandorê li herêma Kafkasîyayê, korîdoreke bazirganî û ênêrjîyê ya girîng ku Çînistanê bi rêya Asyaya Navîn bi Avropayê ve girêdide û bi dehan salan ji hêla Moskvayê ve bi tundî tê girtin, tekez kirîye.
Ew di demekê de hatine ku serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp meha tebaxê de li qesira Sipî mazûvanîya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Alîyêv kirîye da ku peymana aşîtîyê ya pêşin îmze bikin da ku şerê dehsalan yê li herêma Qerabaxê bi dawî bike. Ew peyman planeke ji bo vekirina “Rêya Tramp bo aşîtî û refaha navneteweyî” dihewîne, ku korîdora veguhastinê ye ku Adirbêcanê bi rêya Ermenîstanê bi navçeya Naxçêvanê ve girêdide.
“Tirkîya, ku bi Adirbêcanê re peymana parastinê heye, amadekarîyan dike ku sînorê xwe yê bi Ermenîstanê re, ku ji sala 1993 a vir ve girtî ye, veke û ji hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê ve cara yekem têkilîyên dîplomatîk ava bike. Yekîtîya Avropayê her wiha têkilîyên xwe bi Ermenîstanê re xurt dike, ku her çend niha beşek ji yekîtîya gumrikê ya bi pêşengîya Rûsyayê ye, planên xwe yên tevlîbûna Yekîtîya Avropayê ragîhandîye. Li gorî Bloomberg ê, rêjeya faîza bonoyên Ermenîstanê yên bi dolar yên ku di sala 203 ê de têne dayîn, roja pêncşemê 4 xalên bingehîn kêm bûye û gihîştîye asta herî nizm ya di nêzîkî sê mehan de”.
Berîya serdana Vêns, nûnerên “Rosatom” ê li Moskvayê bi rêberên ermenî re civîyan û pêşnîyara tiştê ku wan jê re digotin “hevkarîyeke berfireh” ji bo avakirina şîyanên nû yên navokî kirine.
Projeya îstîxbarata sûnî, ku bi hevkarîya di navbera Firebird Inc. ya li Dewletên Yekbûyî û Nvidia Corp. de hatîye pêşxistin, wê heta dawîya sala 2026 a bi karanîna pergalên GB300 yên nifşê pêşerojê yên çêkerê çîpan, berfireh bibe û bi qasî 50,000 yekîneyên pêvajoya grafîkê (GPU) di nav xwe de bigire. Firebird, ku ji hêla karsazên ermenî ve hatîye damezrandin, plan dike ku piranîya hêza kompyûtêrê li xerîdarên li çaralîyê cîhanê belav bike, Ermenîstanê wekî platformeke reqabetê ji bo îxracata AI-ê bi cîh bike.
Daxuyanîyên veberhênanê ji Paşînyan re berî hilbijartinên parlêmêntê yên Ermenîstanê yên di 7 ê hezîranê de teşwîqek didin. Meha gulanê de, ew plan dike ku bi dehan rêberên sîyasî li Yêrêvanê ji bo civîna civata sîyasî ya avropî mêvandar bike. Bi tevahî, projeyên potênsîyal, bi nirxa 13 mîlyard dolarî, ji veberhênana bîyanî ya berê li Ermenîstanê zêdetir in.







