
Rewşa niha ya pêvajoya çareserkirina aştiyane ya nakokiya Rûsyayê-Ukraînayê çi ye? Serokê Ukraînayê radigihîne ku civîna sêalî ya bê wê di 17-18 ê sibatê de li Waşîngtonê pêk bê. Lê alîyê Rûsyayê hîn ev agahî piştrast nekiriye.Û berpirsên payebilind yên NATO ê daneyên hejmarî yên li ser êrîşên Rûsîyayê û windahiyên alîyên şer belav dikin. Wezîrên parastinê yên welatên endam yên NATO ê li Bryûsêlê li ser mijara Ûkraînayê dicivin.
Sêkrêtarê giştî yê NATO ê Mark Ryûte gotîye ku serokê Amêrîkayê Donald Tramp bi tevahî ji rewşa Ûkraînayê haydar e. Lê belê, ewî eşkere nekirîye ku piştî serdana wî ya Kîyêvê bi Tramp re bi rastî çi nîqaş kiriye û li Waşîngtonê çi encam derxistine.
Paşê li Bryûslê, Ryûtê zelal kirîye ku Dewletên Yekbûyî bi rêya bernameyek ku ji hêla Kanadayê û YekîtîyaAvropayê tê fînansekirin, her tiştê ku dikare dike da ku piştgiriyê bide Ûkraînayê:
“Dewletên Yekbûyî her tiştê ku dikare dike da ku bandorê li Rûsîyayê bike, mîna ku avropî bi pakêtên cezayan dikin. Li tiştê ku bi LUKOIL û Rosneft û her tiştê ku Dewletên Yekbûyî dike re diqewime binêrin”.
Dewletên Yekbûy hîn jî bi rêya bernameyekê ku ji hêla hevalbend û hevkarên me yên kanadayî û avropî ve tê fînansekirin, parastina hewayî û çekên girîng dide Ûkraînayê. Û Dewletên Yekbûyî pêşengîya hewldana aşîtîyê dike û tenê welatek heye, ya herî bihêz ya cîhanê, Dewletên Yekbûyîye ku dikare vê yekê di bin serokatîya serok Tramp de bike. Ew ji bo destpêkirina pêvajoya aşîtîyê rewşa bêçareserîyê dişkîne û bi Putîn re danûstandinan dike. Ji ber vê yekê ez bi rastî difikirim ku Dewletên Yekbûyî tam tiştê ku em hewce ne dema ku dor tê ser Ûkraînayê dike”.
Karbidestên payebilind yên NATO ê gotin ku Rûsîyayê di vê zivistanê de êrîşên xwe yên li ser bajar û binesaziyên krîtîk yên Ûkraînayê bi awayekî berbiçav zêde kiriye. Bi tevahî, Rûsîyayê sala 2025 a de nêzîkî 55 000 dronên êrîşê avêtine fezayê, ku ev hejmar pênc caran ji ya sala 2024 a zêdetir e.
Karbidestekî payebilind yê NATO ê di brîfîngekê de li Bryûselê rewşa sektora enerjiyê ya Ukraînayê wek pir nîgeranker bi nav kirîye.Ewî gotîye ku Rûsya êrîşên xwe yên li ser tesîsên enerjiyê yên sivîl didomîne.
Karbidestekî din yê payebilind yê NATO ê ji DW re gotîye ku êrîşa Rûsîyayê hêdî nabe.Ewî ragîhandîye ku êrîşên bi mûşekên balîstîk û krûz, û her weha dronên dûravêj, ku armanc dikin nifûsa sivîl ji êlêktrîk û germkirinê bêpar bikin, zêde bûne.
Her wiha behsa êrîşên li ser deverên niştecihbûnê jî tê kirin. Li gorî NATO ê, sala 2025 a de hejmara êrîşên bi mûşek û dronan du qat zêde bûye.
Ji destpêka şerê rûsya-Ukraînayê ve, li gorî daneyên ku ji hêla NATO ê ve hatine weşandin, windahiyên personelên hêzên çekdar yên Rûsîyayê gihîştine milyonek 300 hezarî, ku ji wan tenê 350 hezar kes mirine.
Û tenê sala 2025 a de, windakirina personalan gihîştîye nêzîkî 400 hezarî.
Karbidestê NATO ê hejmarên berawirdî yên windahîyên artêşa Ûkraînayê eşkere nekir, lê got ku di vê gavê de ji her du alîyan ve zêdetirî 2 mîlyon mirî û birîndar hatine tomar kirin.
Serokê Ûkraînayê Volodîmîr Zêlênskî armanca sereke ya civînên ku ji bo vê hefteyê hatine plankirin ew e ku nêzîkatiyên Kîevê fêm bikin:
“Em vê hefteyê ji bo du bûyerên ewlehiyê yên sîstêmîk amadekariyê dikin. Ya yekem formata wezîrên parastinê ye, ku welatên ku li kêleka Ûkraînayê radiwestin dihewîne. Pakêtên piştgirîyê yên nû ji bo parastina me wê bên ragihandin.Ya duyemîn konfêransa ewlehîyê ya Myûnxênê ye, ku Ûkraîna wê beşdar bibe.Girîng e ku sîgnalên Ûkraînayê ji hêla Avropayê, Amerîkayê û hemî hevkarên me ve bên bihîstin”.
Zêlênskî ji Bloomberg re gotîye ku ewî pêşniyara Waşîngtonê qebûl kiriye û wê 17 û 18 ê sibatê li Dewletên Yekbûyî hevdîtinên nû bên lidarxistin.Rûsîyayê hîn cîh û bernameya hevdîtinê piştrast nekirîye.
Di hevdîtinên nû de, alî wê li ser mijarên aloz yên axê bisekinin û pêşniyara Dewletên Yekbûyî ya ji bo avakirina herêmeke aborî ya bê tampon li Dombasê nîqaş bikin. Lê belê, li gorî serokê Ûkraînayê, alîyên şer ji fikira amêrîkî guman dikin.
Zêlênskî bi bîr tîne ku Waşîngton pêşnîyar dike ku şer heta havînê raweste, ji ber ku hilbijartinên kongreyê di hezîranê de dest pê dikin.
Di hevdîtinên Moskvayê-Kîevê-Waşîngtonê de ku di 23 û 24 ê çileya îsal û dû re jî di 4 û 5 ê sibatê de li Abû Dabîyê hatine lidarxistin, tenê li ser danûstandina dîlên din lihevkirinek hat kirin.
Lê belê, piştî van hevdîtinan, hemî alî pêşketin bi dest xistine. Bi taybetî, wezîrê Dewletên Yekbûyîye karên der Marko Rubîo diyar kirîye ku lîsteya pirsgirêkên çaresernekirî bi girîngî kêm bûye, lê yên herî dijwar hîn jî mane.
Di vê demê de, Financial Times gotarek weşandîye ku tê de dîyar kirîye ku d 24 ê sibatê de, salvegera şerê Rûsyayê-Ûkraînayê, roja hilbijartinên serokatîyê û rêfêrêndûma li ser peymana aşîtîyê li Ûkraînayê wê bên ragihandin. Di bersiva vê weşanê de, Zêlênskî matmayî maye û zelal kirîye ku ew cara yekem e ku dibihîze, lê her wiha gotîye ku Ûkraîna ji bo hilbijartinan amade ye, lê ragihandina dîrokek diyarkirî di 24 ê sibatê de ne rast e.







