H’emû nûçeSereke

Em kêfxweş bûn ku serokên hevaltîyên têknolojîyê yên amêrîkî li Ermenîstanê pêşwazî bikin: balyozxaneya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenîstanê

Civîna têknolojî û nûjenîyê ya Ermenîstan-Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye yekem di heman demê de bi serdana dîrokî ya cîgirê serokê Dewletên  Yekbûyî Vênse bo Ermenîstanê pêk hatîye, ku nûnerên hukumet û hevaltîyên têknolojîyê yên her du welatan beşdar bûne. Derheqa wê yekêda balyozxana Dewletên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê ji News.am ê re ragîhandîye.

“Em kêfxweş bûn ku serokên hevaltîyên têknolojîyê yên amêrîkî (Dell, NVIDIA, Synopsys, AWS û Salesforce) li Ermenîstanê pêşwazî  bikin da ku li ser rêbazên berfirehkirina hevkarîya têknolojîyê di navbera Dewletên Yekbûyî de, di nav de hevkarîyên stratêjîk, qewînkirina zincîrên dabînkirinê û avakirina ekosîstêmên têknolojîyê yên pêbawer û berxwedêr ji bo ewlehî û serfirazîya gelên me, niqaş bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button