SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî û balyozê Ermenistanê tekezî li ser pêşxistina peywendîyên dualî dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 12 ê sibatê li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Ermenîstanê yê li Îraqê Robîn Sogoyan kirîye.

Di hevdîtinê de tekezî li giringîya pêşxistina peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Ermenîstanê de di hemû waran de hatîye kirin. Herwiha behsa hevdîtinên serokwezîr Mesrûr Barzanî yên bi serok û serokwezîrê Ermenîstanê re hatîye kirin ku di çarçoveya “Koma aborîya cîhanî ya Davosê” de pêk hatibûn.

Balyozê Ermenîstanê Robîn Sogoyan, pêzanîn û spasîya welatê xwe nîşan da ji bo parastina mafên pêkhateya ermen li Herêma Kurdistanê.

Di beşeke din ya civînê de, her du alîyan li ser çaksazîyên hukumeta Herêma Kurdistanê yên di hemû sêktoran de ji bo avakirina binesazîyeke bihêz ya aborî danûstandina bîr û rayan kirin.

Herwiha behsa guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Îraqê, hewildanên ji bo hilbijartina serokkomar û pêvajoya pêkanîna hukumeta nû ya Îraqê hatîye kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button