Parlamêntê pêşnûmeya derbarê welatîyên temenê wan di navbera 27-37 salî de ye ku xizmeta leşkerî temam nekirine û li derveyî welêt dijîn, pejirandîye

Parlamêntê di encama dengdana di rûniştina 11 ê sibatê, hejmareke pêşnûmeqanûn û her weha peyman, di xwendina yekem û duyem û bi tevahî de qebûl kirîye.
Pêşnûmeya sererastkirina xala 380.1 ê ya qanûna bacê ya Komara Ermenîstanê di xwendina yekem de hatîye pejirandin, li gorî wê dema ku welatîyek bi rêya têrmînalê ji bo xizmetên bijîşkî drav dide, wê bixweber kûpona elektronîkî ji wî re bê dayîn. Ev yek wê di pergala ArMed de jî bê nîşandan, ango koda qeydkirina ArMed ya têkildar wê di kasayê de jî bê nîşandan.
Xwendina yekem de mijara pejirandina pakêta pêşnûmeqanûnên li ser kesên ku di şert û mercên ku ji ber opêrasîyonên leşkerî çêbûn winda bûne û pêşnûmeqanûnên pêvekirî jî hatîye qebûlkirin. Li gorî raportorê sereke yê pêşnûmeqanûnê, wezîra dadê Srbûhî Galyanê pêdivî bi pejirandina qanûneke çarçoveyeke cuda heye ku wê rêziknameya berfireh ya têkilîyên hiqûqî yên kesên ku di şert û mercên ku ji ber opêrasyonên leşkerî çêbûne, winda bûne mîsoger bike.
Di nav pêşnûmeyên qanûnê yên ku di xwendina duyemîn de hatine qebûlkirin pêşnûmeya qanûnê ya “Li ser guhertin û pêvekên qanûna “Li ser xizmeta leşkerî û rewşa leşker” hebû ku ji hêla, ji parlamêntvanê fraksîyona “Peymana sîvîl” Hayk Sargsyan ve hatîye nivîsandin. Li gorî wî, tê destnîşankirin ku welatîyên di navbera 27-37 salî de dikarin bi vegera xwebexş ya Komara Ermenîstanê û hilbijartina yek ji 5 vebijarkên pêşnîyarkirî ji berpirsîyarîya cezayî bên azad kirin.







