H’emû nûçeSereke

Pêwendîyên Ermenîstan-Hindistanê bi berdewamî pêş dikevin, her wiha li ser bingeha hêmanên girîng yên leşkerî û jeopolîtîk jî

Hevkarîya Ermenîstan-Hindistanê di warê leşkerî de ji îlona sala 2022 a vir ve bi awayekî çalak pêş ketîye û îro Ermenîstan yek ji wan welatan e ku herî zêde çekan ji bo Hindistanê dikire, ku ev yek girîngîya hevkarîyê ji bo her du alîyan tekez dike.

Hevpeyvîna bi “Armenpress” re, pisporê leşkerî Lêonîd Nêrsîsyan li ser hevkarîya leşkerî ya Ermenîstan-Hindistanê, pêvajoya kirîna çekan û mijara karanîna çekan ya armanckirî rawestîyaye.

“Sala 2022 a de, dibe ku Hindistan tenê welatê ku yekser amadebûna xwe ya dabînkirina her cûre çek û cebilxaneyê ji Ermenîstanê re nîşan daye bûye. Piştî vê yekê, têkilîyên bi welatên din yên di warê navborî de jî pêş ketin, lê di demek krîtîk de, Hindistan bûye ku alîkarîya me kirîye. Ji bo Hindistanê, hevkareke girîng e ji ber ku ev welat lîstikvaneke nû ye di bazara çekên navneteweyî de, ji ber vê yekê, fermanên ji alîyê Ermenîstanê ve gavek pir cidî bûne ji bo pîşesazîya leşkerî ya Hindistanê û alîkarîya Hindistanê kirin ku hilberên xwe li bazarên din bifroşe”,- Nêrsîsyan destnîşan kirîye.

“Kirîna topxane û komplêksên mûşekan ji bo Ermenîstanê pir girîng bûye, ji ber ku me di şerê 44 rojî de windahîyên pir giran dan. Komplêksên nû ji hêla erênî ve ji çekên Sovyêtê yên ku me berê bikar dianîn pir cuda ne. Mînak, topên celebê “ATAGS” dikarin heta 45 kîlomêtr dûr gulebaran bikin, lê topên Sovyêtê yên 152 mîlîmêtrê bi gelemperî ji dûrahîya 20-24 kîlomêtrî derbaz nedibûn. Komplêksa mûşekan ya “PINAKA”, ji ber ku xwedî menzîla qelsîya wê ya mezintir e, ji “GRAD” pir cuda ye. Her weha mûşek hene ku navîgasyona peykê (GPS) bikar tînin û dikarin heta 75 kîlomêtrî dûrî êrîşên rast bidin, ku ev yek ji bo artêşa Ermenîstanê derfetên nû diefirîne”,-ewî destnîşan kirîye.

“Em çek û cebilxaneyên modêlên cuda ji welatên cuda dikirin û hemî jî komplêksên dîjîtal in ku zûtir û rasttir dixebitin, lê divê em van çavkanîyan bi rêkûpêk biguherînin û bikar bînin, ji ber ku nêzîkatî li gorî çekên kevintir ji hev cuda ne. Kirîna çek û cebilxaneyên cûre-cûre ji dabînkerek dihêle ku em van hemîyan hinekî hêsantir di yek pergalê de întêgre bikin, kêmtir dem li ser hilbijartina rast xerc bikin, lê ji hêla din ve, ew girêdayîbûnek mezin diefirîne.Welatek dabînker tune ku ji bo Ermenîstanê ya herî çêtirîn be. Mimkûn e ku komplêksên mûşekên dijîbalafirî yên pir baş hebin, lê di parastina hewayî de şîyanên nisbeten kêm bin, ji ber vê yekê cûre-cûrkirin di wê mijarê de mafdar e”,- Nêrsîsyan destnîşan kirîye.

Zanyarê sîyasî Davîd Stêpanyan, ji alîyê xwe ve, destnîşan dike ku her çend hevkarîya Ermenîstan-Hindistanê di warê leşkerî de xwedî girîngîyeke mezin be jî, têkilîyên dualî di warê jêopolîtîk de jî girîng in.

Stêpanyan destnîşan kirîye ku “Rastîya ku Ermenîstan niha yek ji bikirçîyê sereke yên çekên hindî ye, careke din asta hevkarîyê nîşan dide. Têkilîyên Ermenistan-hindî xwedî xwezayek stratêjîk in. Kirîna çekan ne tenê nîşaneyek hevkarîya nêzîk di sêktora parastinê de ye, lê di heman demê de di bingeha xwe de hêmanek sîyasî jî heye, ji ber vê yekê Hindistan ji bo me şirîkek pir girîng e”.

Ewî zêde kir ku dijminê yekem yê Hindistanê Pakîstan e û her çend Ermenîstan hewl dide têkilîyên xwe bi Pakîstanê re baştir bike jî, zanyarê sîyasî dîsa jî bi bîr xistîye ku Pakîstan di şerê 44 rojî yê li dijî Ermenîstanê de beşdar bûye, ji ber vê yekê di wê mijarê de welatê me û Hindistan wek hevalbendên xwezayî têne hesibandin.

Li gorî Stêpanyan, hevkarîya lojîstîkî jî pir girîng e. Ewî behsa rîya Bakûr-Başûr kirîye, ku divê paşê Hindistanê bi rêya rêyên Îranê û Ermenêstanê raste-rast bi bazarên Avropayê ve girêbide.

Zanyarê sîyasî behsa hevkarîya di çarçoveya BRICS de kirîye, nemaze ji ber ku Hindistan yek ji damezrînerên wê strûktûrê ye û tekez kirîye ku têkilîyên dualî girîngtir in, ji ber ku li gorî wî, Ermenîstan û Hindistan di asteke wisa de ne ku li ser kirîna çekên Hindistanê ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button