H’emû nûçeSereke

TRIPP wê herêmê  biguherîne: cîgirê wezîrê Amêrîkayêyî karên der

Alîkarê wezîrê  Amêrîkayêyî karên der yê ji bo kar û barên aborî  Cêykob Hêlbêrg platforma X de li ser serdanên xwe yên Yêrêvan û Bekûyê nirxandin kirîye.

Hêlbêrg nivîsîye: “Min tenê serdaneke pir berhemdar ya Bekûê, Adirbêcanê qedand. Mêvanperwerî û ênêrjîya pêşverû ya vî bajarî bi rastî jî berbiçev e. Eşkere ye ku “Rêya Tramp ji bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî” ya rêveberîya Tramp wê herêmê  biguherîne” û zêde kirîye ku serdana dîrokî ya Vêns bingeheke qewîn ji bo aramîya herêmî û mezinbûna aborî ya hevpar efirandîye.

Berê, dema ku ji Yêrêvanê ber bi Bekûyê ve diçû, alîkarê wezîrê Amêrîkayêyî karên der yê  ji bo kar û barên aborî jî nivîsara kurt li ser X ê hîştîye: “Ev sefereke dîrokî bû wek yekem cîgirê serokê amêrîkî ku serdana Ermenîstanê kirîye. Rêya Tramp ber bi aşîtî û refaha navneteweyî (TRIPP) wê li Kafkasya Başûr rûpeleke nû veke”,- Hêlbêrg destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button