H’emû nûçeSereke

Em dixwazin ku mîsyona Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê berdewam bibe: hevkarîya bêtir di bin nîqaşê de ye: sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê

Me her tim bi eşkere û di axaftinên taybet de bi hevkarên Yekîtîya Avropayê re dîyar kirîye ku em pir girîngîyê didin hevkarîya bi Yekîtiya Avropî re û em her weha pir girîngîyê didin bicihkirina mîsyonê li Ermenîstanê, ji ber ku em piştrast in ku mîsyonê ji alîyê faktora aramîyê ve bandoreke erênî kirîye û her weha beşdarî aramîya li herêmê û her weha bawerîya bi aramî û ewlehîyê di nav nifûsa civakên sînor de kirîye.Derheqa wê yekêda 13 ê sibatê, axaftina bi rojnamevanan re sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê Armên Grîgoryan gotîye.

“Ez dikarim bêjim ku ewana bandorek erênî hebû, lê têkilîyên dualî yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de jî di avakirina aşîtîyê  roleke girîng lîstin û her weha faktora serok Tramp jî. Dikare bê gotin ku aşîtî û îstîqirar komek bûn, her yek bandora xwe hebû û hemûyan bandoreke bi giranî erênî hebû”,- ewî gotîye.

Dema ku ji sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê hatîye pirsîn ka gelo berê ramanek heye ka karê mîsyona Yekîtîya Avrorpayê wê di pêşerojê de çawa be, ewî wiha bersiv daye: “Tiştek eşkere ye, em dixwazin mîsyona sîvîl ya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê berdewam bibe. Hûn dizanin ku di çarçoveya peymana aşîtîyê de peymanên me hene, ji bo ku bikeve merîyetê divê hîn jî bê îmzekirin û pejirandin, em fêm bikin ka em di vî warî de çawa pêşve diçin. Lê eşkere ye ku em dixwazin mîsyon li Ermenîstanê berdewam bibe û em ê di vî warî de bixebitin”.

“Şêweyên hevkarîya bêtir di bin niqaşê de ne, em ê niqaş bikin, em ê fêm bikin ku em dikarin di çi celeb çalakîyan de hevkarîyê bikin. Em ê fêm bikin ka em çawa dikarin bikin, lê ew jî bi pejirandina peymana aşîtîyê ve girêdayî ye”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button