
Sênatorê komarî yê Amêrîkayê tekez kirîye ku Amêrîkayê pişta xwe nedaye kurdan û gotîye me rê jî li ber pêşveçûna artêşa Sûryayê ji bo ser deverên kurdan girtîye.
Sênatorê komarî yê navdar Lîndsî Grêhêm di çarçoveya gera 62 a ya konfêransa ewlehîyê ya Myûnxênê de ji çalakvanekê kurd re ragîhand ku Amêrîkayê pişta xwe nedaye kurdên Sûryayê û rê li ber pêşveçûna artêşa erebî ya Sûryayê ber bi kûrahîya deverên kurdan ve girtîye.
Lîndsî Grêhêm, xwedîyê projeqanûna “Parastina kurdan” ya encûmena pîran, tekez jî kirîye ku Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) hevalbendên sereke yên Amêrîkayê di şerê li dijî têrorê de ne û divê di Sûrya nû de cîhekê wan e hêja hebe.
Di van demên dawîyê de û tevî zêdebûna nîgeranîyan li ser îhtîmala êrîşa hukumeta nû ya Sûryayê ji bo ser kurdan, sênator Grêhêm bizavên xwe zêde kirine. Di dawîya çileya sala 2026 de, Grêhêm bi hevparî li gel sênatorê dêmokrat Rîçard Blûmêntal projeqanûneke bi navê “Qanûna parastina kurdan” raberî encûmena pîran kirîye.
Armanca wê projeqanûnê sepandina cezayên aborî yên giran e li ser her alî, hukumet ku dezgeheke darayî ya ku alîkarîyên leşkerî bide Şamê da ku êrîşî Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) bike.
Grêhêm di çend daxuyanîyan de gotîye ku paşguhkirina kurdan piştî şkandina DAIŞ ê wê “ji bo Amêrîkayê şerm be” û wê ji bo ewlehîya neteweyî ya welatê wî jî karesateka mezin be.
Navbirî amaje jî daye ku HSD ê barê herî giran yê şerê nehêlana DAIŞ ê bi stûyê xwe ve girtîye û nabe destûr bê dayîn ku ew bibin qurbanîyên hevrikiyên sîyasî. Wê projeqanûnê piştgirîyeke xurt ji her du partîyên komarparî û dêmokratan li Kongrêsê bi dest xistîye.







