Pisporên ermenî û adirbêcanî li ser pêkanîna rojeva aşîtîyê û gavên ji bo qewînkirina bawerîyê niqaş kirine

13-14 ê sibata sala 2026 a, li Saxkazorê di çarçoveya înîsiyatîva “Pira aşîtîyê” de, bi beşdarîya nûnerên civaka sîvîl, civaka pisporan û medyayê, konfêransa dualî ya Ermenîstan-Adirbêcanê hatîye lidarxistin. Niqaş li ser pêşvebirina rojeva aşîtîyê, ewlehîya herêmî û qewînkirina bawerîya hevbeş bûne û girîngîya diyaloga berdewam hatîye tekez kirin. Derheqa wê yekêda konsêya ermenî ragîhandîye.
“13-14 ê sibata sala 2026 a, li Komara Ermenîstanê, li bajarê Saxkazorê, di çarçoveya înîsîyatîva “Pira aşîtîyê” de, maseyeke dor ya dualî hatîye lidarxistin, ku nûnerên civaka sîvîl, civaka pispor û medyayê ji Ermenîstanê û Adirbêcanê anîye cem hev. Li gel endamên sereke yên înîsiyatîvê, komeke berfirehtir ji her du alîyan jî beşdarî civînê bûne û pabendbûna xwe ya bi platformeke dîyalogê ya berfireh û berdewam ji nû ve piştrast kirine”.
Şanda Adirbêcanê piştî temamkirina hemû prosêdûrên pêwîst, bi rêya beşa bejahî ya dîyarkirî û sînorkirî, ku li kêleka gundên Voskêparê yên ermenî û Aşaghî Askîparayê yên Adirbêcanê ye, gihîşte Ermenîstanê. Li gorî beşdaran, derbazbûn tedbîreke girîng ya avakirina bawerîyê ya pratîkî û nîşaneyek berbiçev ya pêvajoya normalîzasîyakirina gav bi gav di navbera her du welatan de bûye.
Gotûbêj li ser qonaxa niha û pêşveçûna pêşerojê ya têkilîyên Ermenîstan-Adirbêcanê, pêkanîna rojeva aşîtîyê ya ku civîna 8 ê tebaxa sala 2025 a de li Waşîngtonê hatîye lidarxistin û bandorên wê yên herêmî bûne. Beşdaran nirxandinên li ser rewşa ewlehîya herêmî ya guherbar û derfetên aborî yên ku di encama pêvajoya aşîtîyê de derdikevin holê, bi hev re parve kirine.
Rûniştineke cuda ji bo hevkarîya di navbera beşdarên dîyalogê de hatîye veqetandin: ramanên ji bo bernameyên hevbeş, stratêjîyên ragîhandina giştî û mêxanîzmayên ji bo têkilîya navbera civakan hatine niqaşkirin. Baldarîyeke girîng li ser avakirina bawerîyê, dîplomasîya giştî û pêşxistina pêşnîyarên pratîkî ji bo pêşxistina têkilîyan di asta giştî de hatîye dayîn.
Gotûbêjên din li ser ewlehîya herêmî, sînor û ragîhandinê bûne û vîzyon û hêvîyên herdu alîyan hatine raberkirin. Çalakîyên çandî û civakî yên nefermî yên ku bi rûniştinên fermî re hatine organîzekirin, beşdarî kûrkirina têkilîyên kesane û efirandina atmosfereke avaker bûne.Roja duyemîn de, beşdaran li ser avantajên aşîtîya domdar û feydeyên potênsîyal yên civakî û aborî yên avakirina têkilîyên navbera civakan nîqaş kirine. Li ser hêvîyên giştî yên di herdu civakan de, û her weha li ser rêbazên mîsogerkirina ku pêvajoya aşîtîyê encamên berbiçev ji bo welatîyan peyda bike, nêrîn hatine guhertin.
Çarçoveya bernameyê de, beşdar bi rayedarên payebilind yên ermenî re, di nav de sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê Armên Grîgoryan û cîgirê wezîrê karên der Vahan Kostanyan, civîyane. Niqaşan derfetek peyda kirîye ku li ser rola civaka sîvîl di pêşvebirina rojeva aşîtîyê de û her weha awayên ku înîsîyatîvên giştî dikarin hewldanên fermî yên avakirina aşîtîyê temam bikin, nêrînên xwe biguherînin.
Beşdaran ji nû ve piştrast kirine ku têkilîyên birêkûpêk di çarçoveya formata “Pira aşîtîyê” de dikarin bi girîngî beşdarî xurtkirina bawerîya hevbeş, berfirehkirina hevkarîya pîşeyî û normalîzasîyakirina gav bi gav a têkilîyên Ermenîstan-Adirbêcanê bibin”,- daxuyanîyêda hatîye got.







