Pol Gobl, ku ji alîyê Adirbêcanê ve tê fînansekirin, gotîye ku serdana Vênse bo Ermenîstanê tirsnak bûye û ew li Ermenîstanê bi berfirehî hatîye belavkirin: Lûsînê Hakobyan

Seroka rêxistina nehukumî ya “Avropa hiqûqê”, Lûsînê Hakobyanê hevpeyvîna li gel Factor TV ê behsa qada rexneyî ya li dora serdanên rayedarên payebilind yên amêrîkî dike û destnîşan dike ku Ermenîstan bi berdewamî hedefa êrîşên hîbrîd ê, ku armanca wan ew e ku rê li ber cihêrengkirina sîyaseta der ya welêt bigirin û di bin bandora Rûsyayê de bihêlin.
Hakobyanê îdîayên ku dibêjin armanca rastîn ya Amêrîkayê şirîkatîya bi Adirbêcanê re, di heman demê de Ermenîstan li dijî Rûsyaypê û Îranê tê bikaranîn, analîz kirîye. Li gorî wî, divê nasname û berjewendîyên kesên ku van tezan belav dikin bi baldarî bên lêkolînkirin.
Wek mînak, Hakobyanê behsa şîroveyên dîplomatê berê yê amêrîkî Pol Gobl dike, ku li Ermenîstanê pir caran wek raya pisporê serbixwe têne raber kirin. “Tenê lêgerîneke hêsan nîşan dide ka Pol Gobl kî ye. Pol Gobl mirovek e ku demek dirêj rêktorê akadêmîya dîplomatîk ya di bin wezîreta Adirbêcanêye karên der de girtîye” ew destnîşan dike û lê zêde dike ku miroveke ku ji byûcêya Adirbêcanê tê xwedîkirin nikare wek desthilatdarîyeke serbixwe tevbigere.
Li gorî Hakobyanê, Ermenîstan ji şerê 2020 î vir ve di navenda êrîşên bi vî rengî de ye, ku çavkanîyên sereke yên wan Rûsyayê, Adirbêcanê û her weha hin derdorên Tirkîyayê û Îranê ne. “Ew derdorên ku Rojavayê bi giştî wek xerab dibînin û nîyeta wan tune ku bi tu awayî beşdarî mezinbûna bandora Rojavayê li vê herêmê bibin, ew derdor bi alîkarîya peykên xwe, pispor, aborînas û zanyarên destûrî yên ku ji wan xwedî derdikevin, vê dêzînformasîyonê belav dikin”,- ew rave dike.
Hakobyanê di derbarê tirsa “tirkkirinê” de ku ji ber hevkarîya bi Rojavayê re çêdibe, paralelîyekê bi Yekîtîya Avropayê re dike. “Heman Yekîtîya Avropayê bi Tirkyayê re di heman yekîtîya gumrikê de ye. Lê ne wekî li wir e, ne wisa ye ku aborî hatîye tirkkirin, yan jî ne wek ku her tişt li Fransîyayê hatîye tirkkirin e”,-ew israr dike.
Li gorî wê, bingeha van hemûyan ew e ku civaka ermenî di rewşa qurbanîyê de bimîne. “Heman derdor her tim mirovan îlham dikin ku em dewletek di rewşa qurbanîyê de ne, em yekîneyek in, û em her tim hewceyê parêzvaneke mîna Rûsyayê ne.Heger Rûsya tune be, em ê nikaribin sînorên xwe li hember Tirkîyayê biparêzin”.
Hakobyan destnîşan dike ku heger berê tirsa sereke “acizbûna Rûsyayê” bûye, niha heman derdor faktora Îranê bikar tînin û îdîa dikin ku çavdêrên Yekîtîya Avropayê yan jî dronên amêrîkî li ser Îranê casûstîyê dikin. Li gorî wê, ev hemû beşek ji planeke hevpar e. “Eşkere ye ku armanca vê yekê ew e ku Ermenîstan ji şopandina sîyaseteke cîhêreng û serbixwe dûr bikeve û careke din ew bixe bin kontrola Rûsyayê bike dewleteke peyk ya Rûsyayê, wek ku bi salan e didome”.
Lûsînê Hakobyanê li ser îdîayên li ser hebûna girtîyên sîyasî li Ermenistanê diaxive û tekez dike ku rêxistinên navneteweyî yên bi desthilatdarî, bi taybetî konsêya Avropayê, nirxandineke wisa nedaye, berevajî bûyerên sala 2008 a. “Salên 2007-08 a de, dema ku me jî nirxandin ku girtîyên sîyasî hene, konsêya Avropayê jî ew tomar çêkirin… Ji ber vê yekê tiştek heye, ne wisa ye, ku konsêya Avropayê vê yekê tomar nake”,- ew dibêje.
Hakobyan red nake ku di hin rewşan de, girtin wekî tedbîrek pêşîlêgirtinê dibe ku gaveke tund be, lê li gorî wê, ev nayê wê wateyê ku ew bi zorê têne cezakirin. “Rastîya ku ev kes îlan dikin ku ew bi sîyasetê re mijûl dibin, hîn jî wan nake girtîyên sîyasî û tu parêzbendîyê nade wan”.
Ew bang li me dike ku em rewşa welêt berî sala 2018 a bîr nekin û tekez dike ku tevî pirsgirêkên heyî, îro dînamîkên erênî hene û “em ji hejmara 37 a pir dûr in”.







