Mxîtar Hayrapêtyan bi hûrgilî rave kirîye ku kargeha AB kengê wê dest bi xebatê bike

Tê plankirin ku di çarçoveya projeya navendeke daneyên îstîxbarata sûnî li Ermenîstanê bi beşdarîya hevaltya Firebird di demek nêzîk de dest bi xebatên avakirinê bikin.Derheqa wê yekêda wezîrê binesazîyê û veguhastinê Mxîtar Hayrapêtyan di civîna çapemenîyê de ragîhandîye.
“Ew dever, tevahîya erdê, ji alîyê hevaltîyê ve hatîye bidestxistin.Niha, heger ez ne xelet bim, pêvajoyên destûra avakirinê bi civakê re berê dest pê kirine”,-wezîr gotîye.
Li gorî Hayrapêtyan, pêwîstî bi îmzekirina peymanên nû tune ye, ji ber ku hevaltî ji xwe xwedîyê lîsênzîyên hinardekirinê û têkilîyên peymanî bi hevkarên xwe re ye. Li gorî wezîr, proje wê hejmareke mezin ji kar neefirîne, lê wê ji bo pêşkeftina dîjîtal ya Ermenîstanê girîngîya stratêjîk hebe.Hayrapêtyan gotîye: “Çavkanî wê ji bo veguherîna dîjîtal ya pergala dewletê, otomasyona xizmetên giştî, zanistê, nûjenî û pêşkeftina têknolojîk xizmetê bikin”.
Li gorî wezîr, proje her wiha dahatên bacê yên girîng ji bo byûcêya dewletê pêşbînî dike.
Mxîtar Hayrapêtyan tekez kirîye:”Bi efirandina înstîtûta «Amazon Web Services» û hevkarîya bi Amazonê, em ê ji sedî sed van çavkanîyên hesabkirinê ji bo komên zanistî û têknolojîk piştgirîyê bikin”.







