Nîkol Paşînyan wê li Polonyayê gotarekê raber bike: “Ermenîstan û mîmarîya aşîtîyê ya nû li Başûrê Kafqasîyayê”

25 ê sibata sala 2019 a, li înstîtûta têkilîyên navneteweyî ya Polonîyayê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê li ser “Ermenîstan û mîmarîya aşîtîyê ya nû li Başûrê Kafkasîyayê” gotarekê raber bike. “Du sala zêdetire ku Ermenîstan sîyaseta xwe ya der de guhertinan derbaz dike. Hevpeymanîya fermî ya berê ya bi Rûsyayê re, ku ji ber şert û mercan hatibû ferzkirin, hêdî-hêdî bi têkilîyên nêzîktir bi Yekîtîya Avropayê û Dewletên Yekbûyî re tê hevseng kirine”.
Herwiha, piştî sê dehsalan zêdetir pevçûnên li dora Qerabaxê, Ermenîstanê û Adirbêcan bi piştgirîya Dewletên Yekbûyî aşîtî ava kirine. Di demek nêzîk de, tê plankirin ku peymana aşîtîyê bê îmzekirin, sînor bên vekirin û bazirganî ji nû ve dest pê bike. Bi piştgirîya Amêrîkayê, projeya “Rêya Tramp ber bi aşîtî û serfirazîya navneteweyî”, TRIPP wê li Ermenîstanê bê bicîhanîn.
Pêşeroja van bernameyan û polîtîkayên ku ji hêla rayedarên Ermenîstanê ve têne bicîh kirin wê bi encamên hilbijartinên parlamêntîyê yên ku hezîrana îsal de hatine plankirin bê destnîşankirin. Serokwezîr Nîkol Paşînyan wê li ser pirsgirêk û derfetên ku li jor hatine behs kirin biaxive û wê amade be ku bersiva pirsên temaşevanan bide”,-daxuyanîya înstîtûta têkilîyên navneteweyî ya Polonîyayê de hatîye got.







