H’emû nûçeSereke

Stansîya atomî ya modûlar xwedî gelek avantajên ku  ji bo Ermenîstanê balkêştir dike:serokêkomîsyona rêkxistina xizmetên giştî

Niha herî kêm 51 stansîyayên modûlar li herî kêm 15 welatên cîhanê têne çêkirin, ku di qonaxên sêwirandin û pejirandinê de ne, tam di qonaxa ku stansîya ya modûlar ya ku li welatê me tê çêkirin. Ji ber vê yekê, nayê qebûlkirin ku berî ku xebat dest pê bike, berî ku raman pêk bê, li ser bingeha texmînên nazik van hemûyan rexne û dijberî bê kirin. Serokê  komîsyona rêkxistina xizmetên giştî, di civîna çapemenîyê ya dawîn de, behsa nîqaşên ku di asta raya giştî û pisporan de têne kirin kirîye ku amêrîkî cara yekem li cîhanê stansîya atomî ya modûlar ava dikin û cêribandina yekem li ser me tê kirin.

Li gorî serokê  komîsyona rêxistina xizmetên giştî, stansîya atomî ya modûlar xwedî gelek avantajên ku wê ji bo Ermenîstanê balkêştir dikin.

“Avantaja yekem ew e ku ew bi mêxanîzm bêhnvedanê ya pasîf dixebite, ango, Xwedê neke, di rewşên awarte de, dema ku li herêmê êlêktrîk tune be, pomp nexebitin, di rewşeke awarte de ji bo sarkirina stansîya atomî ya modûlar hewcedarîya destwerdana mirovan tune ye”.

Ya duyemîn, ji  80-90 selefê pêkhate û beşên sereke yên vî rengî stansîya atomî yên modûlar wê di stansîyayên çêkirinê de bên çêkirin û tenê wê hingê ew ê bên veguheztin bo axê, bo welatê ku ew ê lê bên sazkirin û ew ê li gorî prînsîaa lêgo bên çêkirin. Ango, him ji hêla dem, him ji hêla xeletîyên avakirinê û him jî ji hêla ewlehîyê ve, ev stansîya atomî yên pola wan pir bilindtir in ji yên ku îro hene. Her weha, piranîya rêaktorên stansîya atomî yên modûlar divê di bin erdê de bin.

Ya sêyemîn, yek ji mercên herî girîng ew e ku tiştek e ku stansîya atomî ya 1440 mêgavat hebe, ku  li cem me heye û tiştekî din e ku em bêjin, 8 modûlên X 50 megavat hebin, ji ber ku ji alîyê kontrolkirina rêjîmên hêz û ênêrjîyê ve, stansîya atomî yên modûlar pir maqûltir in û xebata wan pir bi bandortir e”,- ewî gotîye.

Mêsrop Mêsropyan destnîşan kirîye ku 1-2 roj in hewa tev e û di encamê de, xerckirina êlêktrîkê ya rojê li Komara Ermenîstanê ji 1100-1200 mêgavatî daketîye 650-700 megavatî, lê stansîyayên rojê bi kapasîteya xwe ya tevahî dixebitin, ji ber vê yekê stansîyayên têrmîk neçar in ku bar bikin.

“Me ji sibehê ve stansîya atomî ya Yêrêvanê girtîye û me stansîya atomî ya ku dixebite, ku di moda xebitandinê ya pir xirab û neqebûlkirî de ye, vala kirîye. Û dema ku stansîyayên me yên modûlar yên biçûk hebin, em ê karibin ji pirsgirêka valakirinê xilaz bibin”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button