
Padişatîya Yekbûyî û Ermenîstan bi beşdarbûna di tetbîqata leşkerî ya Defense Cyber Marvel 2026 de, ku 2500 î zedetir beşdar ji 29 welatan vedihewîne, hevkarîya xwe di warê parastina sîber de kûrtir dikin.
Li gorî “Armenpress”ê, derhqa wê yekêda peyama ku li ser rûpela Facebook ê ya sefaretxaneya Brîtanyayê li Ermenîstanê hatîye weşandin, hatîye gotin. Tê destnîşankirin ku baylozê Brîtanyayêye li Ermenîstanê, Alêksandra Koûl û ataşeyê parastinê yê Brîtanyayê, Tomas Þorlênd Bol, serdana cîhê tetbîqata leşkerî kirine, ku beşdarên ji Ermenîstanê û Brîtanyayê bi hev re xebitîn da ku şîyanên parastina sîber pêşve bibin û ezmûnên pîşeyî biguherînin.
Balyoz bi beşdarên ermenî û brîtanî re civîyaye, tetbîqatê şopand û li ser girîngîya berxwedana sîber di hawîrdora ewlehîyê ya guherbar ya îroyîn de niqaş kirîye.
Li gorî çavkanîyê, nûnerên wezîreta parastinê, ajansa sîstêmên agahdarîyê û sêrvîsa ewlekarîya neteweyî li alîyê Ermenîstanê beşdarî tetbîqatê bûne.
Balyozxaneya brîtanî di daxuyanîyekê de gotîye: “Têmrînên bi vî rengî beşdarî avakirina hevkarîyên pêbawer, pêşxistina şîyanên pîşeyî û pabendbûna me ya hevpar ya ji bo qewînkirina ewlehî û berxwedanê dibin. Padiþatîya Yekbûyî hevkarîya xwe ya parastinê û ewlehîyê ya pêşxistina bi Ermenîstanê re girîng dibîne”.







