Ermenîstan di rêvebirina rîya hesin ku TRIPP ê re derbaz dibe bi tevahî ji ber berjewendîyên xwe tevdigere:Gêvorg Papoyan

Ermenîstan di veguhestina îmkana rêveberîya rîya hesin ya ku ji hêla projeya TRIPP ve tê pêşbînîkirin bi tevahî ji hêla berjewendîyên dewletê ve tê rêvebirin.Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan li civîna rojnamevanan de gotîye.
Papoyan bersiva pirsa rojnamevanekî li ser vê yekê ku gelo Rûsyayê bersiva daxuyanîya serokwezîr ya li ser îhtîmala veguhestina rêveberîya trênê bo welatekî sêyemîn daye û her weha gelo li ser vê mijarê bi alîyê Rûsyayê re nîqaş hatine kirin, gotîye: “Li cîhanê welat hene ku têkilîyên wan yên pir baş bi Dewletên Yekbûyî, Ermenistanê û Rûsyayê re hene û bi raya min, pereyên wan jî hene… Serokwezîr li ser wê mêxanîzmayê axivîye” .
Wezîr tekez kirîye ku ev înîsiyatîv li dijî tu welatekî nîne.
“Ev ne li dijî Rûsyayê ye, ev ji bo Ermenîstanê ye.Heger Rûsya bikaribe van veberhênanan bike û alîyê rûsî bikaribe vê pergalê xizmet bike da ku ev barhilgir ji Ermenîstanê derbaz bibin û em ji vê yekê sûdên sîyasî, aborî û ewlehîyê werbigirin, tu pirsgirêkeke me tune ye”,-ewî gotîye.
Li gorî Papoyan, Ermenîstan di her rewşê de, wê berjewendîyên xwe bide pêşîyê.
Papoyan tekez kirîye ku “Dema ku berjewendîyên Ermenîstanê û Amêrîkayê bikevin xetereyê, em ê berjewendîyên Ermenîstanê û Rûsyayê, Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, Ermenîstan-Çînistanê, Ermenîstan-Îranê biparêzin… Em rêzê li her kesî digirin, lê di her rewşê de, dema ku berjewendîyên Ermenîstanê û yên her dostekî, şirîk yan hevalbendê stratêjîk bikevin xetereyê, em ê berjewendîyên xwe wek pêşînîyekê bihesibînin”.
Wezîr her wiha girîngîya aborî ya projeyê ji bo Ermenîstanê tekez kirîye.
Papoyan tekez kirîye ku “Ji bo me pir girîng e ku bar ji Adirbêcanê bê, bikeve Ermenîstanê, dû re dîsa biçe Adirbêcanê, dû re dîsa bê Ermenîstanê, dû re here Tirkyayê. Berjewendîyên Komara Ermenîstanê vê yekê hewce dike. Û ji ber vê yekê, heger em hewce bikin ku bi vî yan wî welatî re danûstandinan bikin, divê em hewl bidin ku bikin”.
Papoyan li ser pirsa rojnamevan heger Rûsya bikaribe bi tevahî xebitandina rîya hesin mîsoger bike, gelo Ermenîstan amade ye ku mafê rêveberîyê bide alîyê Rûsyayê, ewî bersiv daye:
“Ev bi tu awayî ne gaveke li dijî tu welatekî ye. Ev nêzîkatîyeke proermenî ye.Heger berjewendîyên me di wê proermenîzmê de bê mîsogerkirin, ji bo me tu cudahî tune. Lê mixabin îro em dibînin ku rewş wisa ye ku hin hevkarên me nikarin bi hev re zimanekî hevpar bibînin. Di wan mercan de, divê em jî hewl bidin ku pirsgirêkên xwe bi awayekî çareser bikin”.







