H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê tenê vebijarka stansîya atomî ya modûlar hilbijartîye, ne dîyar e ka pêşnîyara welêt wê  bê qebûlkirin yan na: cîgirê wezîrê rêveberîya herêmî

Ermenîstanê tenê li ser celebê stansîya nû ya  atomî biryar daye-ew ê modûlar be, lê ne dîyar e ku ew ê bi kê re hevkarîyê bikin û pêşnîyara kîjan welatî wê bê qebûlkirin.

Cîgirê wezîrê rêveberîya herêmî û binesazîyê Narêk Apîtonyan bersiva daxwaza ji  “Aaza” ê  gotîye.

Li gorî cîgirê wezîr, nîqaş hîn jî berdewam dibin.

Şîrketa “Çêkirina yekîneya hêza  atomî ya nû”, ku di çarçoveya bernameya çêkirina yekîneya ênêrjîya  atomî ya nû de hatîye damezrandin, wê li gorî encamên lêkolîn û analîzan pêşnîyarek li ser celeb û kapasîteya yekîneya yan jî yekîneyên hêza nû  raber bike. Desteya rêveberîyê nabêje ka ev pêşnîyar kengê wê  bê raber kirin.

Di dema serdana cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî Vêns, Yêrêvanê û Waşîngtonê peymanek îmze kirine da ku danûstandinên li ser hevkarîya  atomî ya aştîyane biqedînin. Cîgirê serok Vêns ragîhandîye ku rêaktorên  amêrîkîye atomî wê bigihîjin Ermenîstanê. Bersiva Moskvayê zêde neçû rayedarên payebilind yên Rûsyayê ragîhandin ku Ermenîstanê altêrnatîveke rastîn ji bo pêşnîyara Rûsyayê tune.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button