H’emû nûçeSereke

Ez bi Lavrov re qaylim: Organîzeya Peymana  Ewlekarîya Kolêktîv gefê li Ermenîstanê naxwe, ji ber ku ew avahî tune ye:emê ji wir derkevin heger ew kirîna çekan asteng bike: Lîlît Dallakyan

Seroka navenda analîtîk ya “Mîtk” ê û pispora sîyasî Lîlît Dallakyan, gumane ku peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de îsal bê îmzekirin, tevî daxuyanîyên serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ku îmzekirin îsal mimkûn e.Hevpeyvîna bi Factor TV re, wê girêdana peymanê ji hêla Elîyêv  bi guhertina destûra Ermenîstanê re wek taktîkeke derengxistinê bi nav kirîye.

Dallakyanê destnîşan kirîye ku “Ez li ser nêrîna xwe disekinim ku heta rêfêrêndûmek çênebe nayê îmzekirin. Ez guman dibim ku piştî wê bê îmzekirin”. Li gorî wê, ew bawerîya xwe bi sîyaseta Îlham Elîyêv nayne û tekez kirîye ku Bekû bi berdewamî astengîyan ji bo pêvajoya aşîtîyê diefirîne. Zanyara sîyasî her wiha bal kişandîye ser wê yekê ku destûra bingehîn ya Adirbêcanê xwedî pirsgirêkên cidî ye. “Heger behsa peymanên Qers û Moskvayê ji destûra bingehîn ya Adirbêcanê bê derxistin, ev pirsgirêkeke hîn cidîtir e, ango di bingeh de, axa niha ya Adirbêcanê tu mafdarîyekê rewa nîne”.

Dallakyan piştrast e ku Nîkol Paşînyan berî hilbijartinan rêfêrandûmeke destûrî li dar naxe û piştî wê rewş wê bi pêşketinên sîyasî yên navxweyî yên li Dewletên Yekbûyî ve girêdayî be. “Bi raya min, her kes, ji Rûsyayê dest pê dike, li bendê ye ku bibîne ka Tramp wê kongrêsê winda bike an na”,- ewî gotîye û îşaret bi wê yekê kirîye ku aktorên navneteweyî helwesteke li bendê û dîtinê girtine.

Dallakyanê bal kişand ser daxuyanîyên alîyê rûsî ku dibêjin Rojava Ermenîstanê wek amûrek di têkoşîna jêopolîtîk ya li dijî Rûsyayê de bikar tîne û destnîşan kirîye ku ew bi nêzîkbûna sala 2026 a re, ku wê ji bo tevahîya cîhanê pir girîng be, çalaktir bûne û wê ji nû ve dabeşkirina bilez ya qadên bandorê pêk bê.

“Ev celebeke êrîşa hîbrîd e, ew dixwazin di nav civaka Ermenîstanê de bêbawerîyê biçînin”,- ew bawer dike. Dallakyanê zêde kirîye ku hemî hêzên mezin hewil didin welatên biçûk bikar bînin û di berjewendîyên Ermenîstanê de ye ku bi navendên nû re têkilîyan ava bike.

Lîlît Dallakyanê bi tundî rexne li rewşa navxweyî ya Ermenîstanê kirîye û nerazîbûna xwe ya li hember desthilatdarên heyî anîye ziman. Wê behsa hêzên di bin bandora Rûsyayê de û yên bi desthilatdarên berê ve girêdayî kirîye û gotîye: “Ez ji desthilatdarên heyî yên Ermenîstanê pir xemgîn im, ez dibînim ku wana ev xetere bêbandor nekirine”. Bi ya wê, desthilatdar nikarin van hêzan kontrol bikin, ku ev dikare rewşa welêt bêîstîqirar bike.

Dallakyanê di derbarê binesazîya herêmî, bi taybetî rîya hesin de, fikara xwe anîye ziman ku hin hêzên der (guman dibe ku Tirkya yan Adirbêcan) li dijî berdewamîya rîya hesin ne ku piştî Naxçêvanê di Ermenîstanê re derbaz dibe.

Zanyara sîyasî pêşnîyar dike ku Ermenîstan sîyaseta xwe ya der cûre-cûre bike, ne tenê ji Dewletên Yekbûyî çekan bikire, lê di heman demê de vebijarka Kanadayê jî bifikire, ji Erebistana Saûdîyê veberhênanan bikişîne û pîşesazîya xwe ya leşkerî pêş bixe û Ûkraînayê wek mînak daye. Dallakyanê destnîşan kirîye ku “Ew [Zêlênsky] li welatê xwe kargehan ava dike. Ew veberhênanên avropî tîne Ûkraînayê da ku bikaribe çekan hilberîne. Ev çareserîyeke pir baş e.”Bi ya wî, cîhan ketîye serdema “hêza rast” û Ermenîstan divê ji bo sênaryoyên herî xirab amade be, ne ku hêvîya aşîtîyê bike, ku dibe ku çênebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button