Vexwarina alkolê li welatên piştî Sovyêtê: li Ermenîstanê mirov çiqas alkolê vedixwun?

Vexwarina alkolê ji alîyê faktorên çandî, dîrokî, aborî û civakî ve tê bandorkirin.Welatên avropî bi berdewamî di nav welatên ku herî zêde alkolê vedixwun de ne, lê hin welatên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn, berevajî vê, hema alkolê naxwin. Ev meyl li qada piştî Sovyêtê jî diyar e.
Li gorî rêxistina tenduristîyê ya cîhanê, sala 2022 a de di nav welatên Yekîtîya Sovyêtê ya berê de Gurcistan bi 15,5 lîtr sere her kesî di salê de herî zêde alkol vexwarîye. Ev welat piştî Rûmînyayê di cîhanê de di rêza duyemîn de ye.
Li gorî rapora Naked Science, Lîtva û Moldova jî di nav kesên ku herî zêde alkol vedixwin de ne, bi rêzê ve 14.7 û 14.1 lîtr sere her kesî.
Rûsya, bi 10.5 lîtr sere her nifûsê, di rêzbendê de bi Êstonyayê re wekhev bûye.Îrlandayê jî heman hejmar tomar kirîye. Ûkraînayê bi navînî sere her nifûsê 7.4 lîtr vexwarinên alkolî vedixwar.
Niştecîhên Ermenîstanê alkol hîn kêmtir vexwarine, 4.3 lîtr serê her kesî. Ev rêje hinekî ji rêjeya Hindistanê û Çînistanê kêmtir e, ku her du jî 4.5 lîtr ne.
Di nav welatên piştî Sovyêtê de, niştecîhên Tacîkîstanê here kêm alkol vexwarine, 0.7 lîtr sere her kesî. Ûzbêkîstan û Adirbêcan jî di nav kesên ku herî kêm alkol bikar tînin de bûne.
Sala 2022 a de, rêjeya navînî ya vexwarina alkolê ya cîhanî 5.8 lîtr bûye. Bi vî awayî, li piranîya welatên piştî Sovyêtê, vexwarina alkolê ji rêjeya navînî ya cîhanî pir zêdetir bûye.







