ÇandSereke

Bajarekî Amerîkayê adar wek meha çanda kurdî nasand û piştgirîya xwe bo Rojavayê nîşan daye

Encûmena bajarê Manasas Parkê yê Wîlayeta Vîrcînyayê ya Amêrîkayê di biryara fermî de meha adarê wek “Meha çanda kurdî” nasand û dilsozî û piştgirîya xwe ji bo gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê nîşan daye.

Şaredara bajarê Manasas Parkê yê Wîlayeta Vîrcînyayê ya Amerîkayê Alana Mensîng 18 ê sibatê daxuyaniyek parve kirîye û tê de got ku encûmena wî bajarî biryar daye ku meha adarê bi rengekî fermî bike meha çanda kurdî, wek rêzek ji bo qurbayan û çanda gelê kurd.

Di têkista wê biryarê de hatîye gotin:”Ji dema destpêkirina krîza Sûryayê ve, barekî giran keftîye ser milên pêkhateya kurdan, wekî awarebûn, mirin û gefên rêxistinên tundrê, di eynî demê de kurdan roleke yekalîker di şkandina têrorê û pêşvebirina pêkvejîyanê de lîstiye”.

Her di wê daxuyanîyê de hatîye gotin ku ji ber berdewamîya pevçûnan, nebûna tenahîya sîyasî û alozîyên herêmî, hîn jî xeter li ser jiyan, silametî û paşeroja welatîyên kurd heye, di demekê de ku gelê kurd berdewam daxwaza xwe ji bo welatîbûna wekhev, parastina mafên mirovan û îtîrafkirina bi nasnameya çandî di çarçoveya Sûryayeka tena de nîşan daye.

Li ser wê bingehê, bajarê Manassas Parkê dilsozîya xwe ji bo gelê kurd nîşan daye û piştgirî daye berdewamîya bizavên dîplomatîk, gihandina alîkarîyên mirovî û dîyaloga aştîyane, bi armanca parastina sivîlan û bidestxistina çareserîyeke dadperwerane û berdewam ji bo krîza Sûryayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button