
NATO hevkarîya xwe ya bi Ermenîstan û Adirbêcanê re kûr dike di heman demê de hevkarîya xwe ya demdirêj bi Gurcistanê re diparêze û têgihiştinê dide ka hevpeyman çawa xwe li gorî dînamîkên ewlehîyê yên bi lez diguherin li Başûrê Kafkasyayê di dema şerê Rûsyayê li Ûkraînayê de diguncîne. Hevpeyvîna bi êdîtora Independence Avenue Media Îa Mêûrmîşvîlîyê re, rêvebirê daîreya opêrasyonal ya NATO ê ji bo hevkarîya parastin û ewlehîyê, rave dike ka hevpeyman çawa bi taybetî bi Ermenistan Pîêr Kazalên, Adirbêcan û Gurcistanê re dixebite da ku şîyanên wan yên parastinê bêyî ku israr li ser hevrêzîya sîyasî ya nêzîk bike, xurt bike.
-Werin em bi Kafkasîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê dest pê bikin. Cîgirê sêkrêtarê giştî yê NATO ê çend meh berê serdana herêmê kir û xuya ye ku di nav NATO ê de di derbarê van her du welatan de hin leza nû heye.NATO çi bernama yan rêbazan bikar tîne da ku alîkarîya van welatan bike ku şîyanên xwe yên parastinê baştir bikin û hevkarîyeke hevpar bi NATO ê re ava bikin?
-Ji hêla dîrokî ve, Kafkasya herêmeke balkêş ya mezin ji bo NATO ê bûye. Welatên din jî li wê herêmê hene. Mînak, Tirkîya, ku tam li cînarê wê ye. Û sê welatên Kafkasîyayê, Gurcistanê, Ermenîstanê û Adirbêcanê, têkilîyên xurt bi welatên cûre-cûre yên NATO ê re hene. Ji ber vê yekê, NATO her gav bi vê herêmê re eleqedar bûye û her gav hewl daye ku bi van dewletan re hevkarîyê bike.
Derbarê Ermenîstanê û Adirbêcanê de, wek ku we behs kir, cîgira sêkrêtarê giştî Radmîla Şêkêrînska vê dawîyê serdana herêmê kir. Ewê serdana her du welatan kir. Ez difikirim ku ev nîşan dide ku em çiqas girîngîyê didin têkilîyên bi van her du welatan re û her weha bi
Di derbarê hevkarîya pratîkî de bi van welatan re: pêşî, me bi Gurcistanê re ev têkilî bi salan pêşxistîye û ev têkilîyên pir kûr in, nemaze bi hêzên parastinê yên Gurcistanê re. Hevpeymanî vê hevkarîyê pir girîng dibîne.
Têkilîyên bi Ermenîstan û Adirbêcanê re di astek nizmtir de bûn. Lê niha em dest bi pêşxistina wan dikin, îhtîmalên hevkarîyeke kûrtir bi van her du welatan re vedikolin.
Te behsa şîyanên parastinê kir. Şîyanên parastinê ji bo hemî welatên NATO ê û her weha ji bo welatên hevkarên me girîng in. Ji ber vê yekê, girîng e ku meriv fêm bike ka ew çawa dikarin xwe çêtir biparêzin, her çend em behsa pevçûneke mezin yan êrîşek li ser welatekî dîyarkirî nekin jî.
Îro li cîhanê gelek gef hene, çi gefên sîber bin, çi gefên li ser binesazîya ênêrjîyê bin, çi jî dêzînformasîyon bin. Û heger em wek hevalbend û hevkar bi hev re bixebitin, em dikarin ewlehîya xwe li dijî van gefan xurt bikin.
–Ermenîstan di demeke nêzîk de hilbijartin pêk tîne. Welat ji Rûsyayê dûr dikeve û nêzîkî NATO ê dibe. Hûn ji bo Ermenîstanê çi bernameyên alîkarîya leşkerî pêşbînî dikin, him di warê parastina kevneşopî de û him jî ji bo rû bi rûbûna opêrasîyonên hîbrîd?
–Gelek derfetên me ji bo hevkarîyê bi Ermenîstanê re hene. Lê belê, ez dixwazim yekser tekez bikim ku her hevkarîya ku em bi her welatekî hevkar re bikin, divê li gorî berjewendîyên NATO ê û her weha xwestek û berjewendîyên welatê hevkar be.
Ji ber vê sedemê, em qet hevkarîyê li ser tu hevkarekî ferz nakin û ev yek ji bo Ermenîstanê jî derbazdar e. Em bi rêkûpêk bi rayedarên Ermenîstanê re li ser qadên gengaz yên hevkarîyê niqaş dikin. Niha me hevkarîyeke baş ava kirîye, bo nimûne, di warê perwerdehîya parastinê de bernameyeke hevkarîyê ya baş-damezrandye bi wezîreta parastinê û hêzên çekdar yên Ermenîstanê re di warê perwerdehîyê de heye û her weha bernameyeke ku armanc dike şerê li dijî gendelîyê û mîsogerkirina şefafîyetê di sêktorên parastin û ewlehîya neteweyî de. Û di pêşerojê de, em dikarin qadên din yên xebata bi vî rengî bi Ermenîstanê re pêşve bibin.
–Hûn hevkarîyeke hevbeş di navbera welatên Kafkasîyayê de pêşbînî dikin, yan em hîn ne amade ne ji bo wê?
–Hêvîyeke mezin heye ku em dikarin di vî warî de bêtir tiştan bikin. Di salên dawî de, me di navbera herî kêm du welatên Kafkasîyayê de hevkarî ava kirîye, ku bi formatên cûda dixebitin. Projeyên me yên cûda hene. Mînak, di çarçoveya bernameya me ya “Zanist ji bo aşîtî û ewlehîyê” de, ku hevkarîya lêkolînê ya hevbeş di navbera welatên endamên NATO ê û hevkarên hevpeymanîyê de pêşbînî dike, projeyên me hene.
Û li vir em dikarin di navbera hevkarên cûda de hevkarîyê saz bikin. Axir, Kafkasya ji hêla erdnîgarî ve herêmeke nisbeten biçûk e. Û heger em karibin rêyan bibînin ku welatan ji bo hevkarîyeke nêzîktir bînin cem hev, ev ê pir baş be. Mînak, Gurcistan dikare di pêşerojê de ji bo vê yekê platformek baş be.







