Îran ji heyîna Îsrayêlê li Ermenîstanê ditirse:rêdaktorê rojnameya “Alîk”ê

Li Îranê di dema nîqaşa rêya ku jê re “Rêya Tramp” tê gotin zimanê dîplomatîk tê bikaranîn.Derheqa wê yekêda rêdaktorê rojnama ermenîye “Alîk” ê Aram Şahnazaryan ya ku li Têhranê tê weşandin, 18 ê sibatê niqaşeke pisporan de li Yêrêvan gotîye.
“Lê belê, piştî van daxuyanîyan, berdevkê wezîreta Îranêye karên der Begaî gotîye: “Lê,” Şahnezaryan got. Ewî destnîşan kirîye ku gelek pirs hene ku hewceyê zelalkirinê ne. Ji ber vê yekê di sêktora giştî ya Îranê de hin fikar hene. Ev eşkere ye.Êdîtor destnîşan kirîye ku “Ev guman û fikar bi awayekî vekirî, bêyî parantez yan jî tu nivîseke veşartî têne dîyar kirin.
Şahnazaryan tekez kirîye ku TRIP ne tenê projeyeke aborî yan nexşerêyek e ku bi mantîqa vekirina rakirina astengîyên ragîhandina herêmî dixebite, wek ku hukumeta niha ya Ermenîstanê îdîa dike. Gelek pisporên îranî feydeyên aborî yên TRIP ê di rêza duyemîn de dibînin.
Êdîtorê rojnama “Alîk” ê rave kirîye ku “Armanca sereke ku Rojavayê û Dewletên Yekbûyî hewl didin bi rêya TRIP ê bi dest bixin, guhertina hawîrdora ewlehîyê, hevsengîya jêopolîtîk û hevsengîya hêzê li herêmê ye. Ji bo Îranê, ev yek berî her tiştî bi pirsgirêkên ewlehîyê yên pir cidî tijî ye, ji ber ku hebûna hêzên rojavayî nayê qebûlkirin, nemaze li nêzîkî sînorên wê. Îran wê avantaja tranzîtê ya awarte û girîngîya ku di salên berê de hebû winda bike”.
Aram Şahnazaryan, bi taybetî di derbarê dabînkirina ewlehîya TRIP ê ji alîyê welatên NATO ê ve de axivîye û wiha gotîye: “Ev bi bandor tê wateya hebûna raste-rast ya hêzên amêrîkî, NATO ê û rojavayî li nêzîkî sînorên Îranê. Û ev di rewşekê de ye ku Îranê ji sala 1991 ê vir ve di vî warî de bi pratîkî tu pirsgirêk nedîtîye”.
Berdevk her wiha destnîşan kirîye ku ji bilî van hemûyan, alîyê îranî fikarên din jî hene. Bi taybetî, Tehran ditirse ku îsrayêlî di dawîyê de li Ermenîstanê bi cîh bibin.







