Komîsyona hilbijartinê ya navendî ya Ermenîstanê daneyên 4 kêmneteweyên neteweyî yên ku nûnerên wan dikarin bibin namzetên parlamenteran weşandîye

Komîsyona hilbijartinê ya navendî daneyên çar kêmneteweyên neteweyî yên ku herî zêde niştecihên daîmî li Ermenîstanê hene û nûnerên wan dikarin bibin namzetên parlamentê, weşandîye.
Komîsyonê hejmarên serjimêrîya nifûsê ya ku di sala 2022 a de hatîye kirin, raber kirîye:
Êzîdî 31 hezar 79
Rûs 14 hezar 76
Asûrî 2 hezar 755
Kurd hezarek 663
Daxuyanî dibêje: “Li gorî qanûna hilbijartinê û qanûna destûrî, lîsteya hilbijartinê ya partî/blokek dikare beşek duyemîn hebe, ku dikare nûnerên çar kêmneteweyên neteweyî yên pêşîn yên ku li gorî serjimêriya dawî ya beriya hilbijartinan xwedî nifûsa daîmî ya herî mezin in, di nav xwe de bigire. Beşa duyemîn ya lîsteya hilbijartinê ji 4 beş pêk tê, her beş dikare heta 4 nûnerên ji kêmneteweya neteweyî ya têkildar di nav xwe de bigire. Di rewşa ku nûnerê kêmneteweyek neteweyî di tu beşê de cîh negire, beşa têkildar nayê dagirtin”.
Namzetê parlamenterîyê yê ku nûnertîya hindikahîyek neteweyî dike û di beşa duyemîn ya lîsteya hilbijartinê de cîh digire, dikare di beşa yekem ya lîsteya hilbijartinê de jî cîh bigire.







