H’emû nûçeSereke

Paşînyan li Waşngtonê bi Tramp û Vêns re têkilîyên kurt  pêk anîne /vîdyo/

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan berî destpêkirina civîna konsêya aşîtîyê li Waşîngtonê bi serokê Amêrîkayê Donald Tramp re sohbeteke kurt kirîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, vîdyoyek li ser întêrnêtê belav bûye ku tê de serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Amêrîkayê diaxivin.

Vîdyoyên din yên ku hatine weşandin nîşan didin ku Paşînyan bi cîgirê serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Vêns re jî têkilîyeke kurt kirîye.

Serokwezîr Paşînyan bi serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyv re jî têkilîyeke nefermî kirîye.

Serokwezîrê Ermenîstanê li ser vexwendina serokê Amêrîkayê Donald Tramp beşdarî civîna yekem ya konsêya aşîtîyêye li Waşîngton dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button