H’emû nûçeSereke

Rûsya wê hewil bide destwerdanê di hilbijartinên parlamêntîyê yên Ermenistanê de bike: sêrvîsa îstîxbarata Êstonîyayêye  der

Li gorî rapora sêrvîsa îstîxbarata Êstonîyayêye der  ya sala 2026 a, beşdarbûna Waşîngtonê li Başûrê Kafkasyayê û îmzekirina peymanan bi Ermenîstan û Adirbêcanê re, ji pêrspêktîva Moskvayê, dibe ku destpêka derxistina Rûsyayê ji herêmê nîşan bide. Li gorî belgeyê, ev yek gefê li ser berjewendîyên jêopolîtîk yên Krêmlê ye.

Tê destnîşankirin ku Rûsya serkeftina projeya amêrîkî wek gef dibîne, di nav de ji bo bandor û pozîsyona xwe li Asyaya Navîn.

Li gorî raporê, bersivê de Rûsya wê her tiştî bike da ku îmzekirina peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de û “avakirina korîdora transît ya bi navê serok Donald Tramp” betal bike.

“Ji ber ku xwezaya têkilîyên Rûsyayê-Adirbêcanê sala 2025 a de bi awayeke berbiçev guhêrîye, rêya herî baş ya Moskvayê ji bo astengkirina destpêşxerîya serok Tramp ew e ku destwerdanê di sîyaseta navxweyî ya Ermenîstanê de bike”.

Ji ber vê yekê, rapora sêrvîsa îstîxbarata  Êstonîyayêye der  de tê gotin ku Rûsya sala 2026 a de kampanyayeke berfireh ya bandorê li Ermenîstanê bide destpêkirin. Armanca wê destwerdana hilbijartinên parlamêntîyê yên li Ermenîstanê, dûrxistina serokwezîr Nîkol Paşînyan ji desthilatdarîyê û avakirina hukumeta ku neteweperest xuya dike lê di rastîyê de di bin kontrola Rûsyayê de ye be.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button