Ziman û çandên neteweyî ezmûn û bîra dîrokî ya her neteweyekê di xwe de hildigirin:wezîra perwerdê, zanistê, çandê û sportê

Wezîra perwerdê, zanistê, çandê û sportê Janna Andrêasyanê bo boneya roja zimanê Dayikê ya navneteweyî peyameke pîrozbahiyê şandîye.
Peyamê de wiha tê gotin:
“Ji sala 2000 î vir ve, 21 ê sibatê li çaralîyê cîhanê wek roja zimanê dayikê ya navneteweyî tê pîrozkirin. Ev roj, 17 ê mijdara sala 1999 a de hatîye qebûlkirin û sala 2002 î de ji alîyê konfêransa giştî ya YÛNÊSKO yê ve hatîye pejirandin, ji bo parastina mafên ziman û çandên neteweyî yên li çaralîyê cîhanê belavbûyî hatîye veqetandin, ne tenê armanc dike ku rastîya cîhêrengîya ziman û çand li cîhanê piştrast bike, lê di heman demê de wê wek nirxeke bingehîn jî fêm bike”.
Sala 2005 a vir ve, Komara Ermenîstanê 21 ê sibatê wek roja zimanê dayîkê ya navneteweyî pîroz dike. Beşdarbûna Komara Ermenîstanê di vê tevgera ku armanca wê parastina mafên zimanê dayîkê û parastina cîhêrengîya çandî li cîhanê ye, ne tesadûfî ye.
Gelek bîyanîyên ku li Ermenîstanê dijîn li kêleka me dijîn, perwerdehîyê dibînin, bi me re dixebitin û tiştên baş diefirînin. Mafê wan yê perwerdehîyê bi zimanê xwe yê zikmakî, parastin û pêşxistina kevneşopîyên xwe yên neteweyî, ol, ziman û çanda xwe di xala 56 a ya Destûra Komara Ermenîstanê de hatîye destnîşankirin.
Her sal, gelek bername têne bicîhanîn ku armanc dikin beşdarî parastin û pêşvebirina zimanê zikmakî û çanda neteweyî ya netewên kêmjimar ku li Komara Ermenîstanê dijîn bibin.
Lê belê, şêwira îro ew e ku divê her yek ji me pirrengîya ziman û çandê wek garantîya jîyaneke aram û serfiraz bihesibîne û bi heman rengî rêzê li axaftin û kevneşopîyên bi zimanên din wek nirxeke gerdûnî bigire.
Bi kêfxweşî radigihînim ku bi piştgirîya dewletê, ji 1 ê çileya sala 2026 a vir ve li zanîngeha Yêrêvanêye dewletê komek ji bo lêkolîna netewen kêmjimar yên Komara Ermenîstanê dixebite.
Girîngîyeke taybet jî ji bo xebata fêrkirina zimanên netewen kêmjimar û perwerdekirina pisporên jêhatî tê dayîn, ku di çarçoveya koma lêkolînê ya netewên kêmjimar ji bo avakirina navendeke fêrkirina ziman xebatê dimeşîne.
Welatîyên Komara Ermenistanêye hêja,
Vê roja navneteweyî ya zimanê dayikê û cûre-cûrîya çandî de, bila her yek ji me bala xwe bide ziman û çandên netewên kêmjimar yên ku li kêleka me dijîn, lê her weha zaravayên me û çanda gelêrî ya ku ji hêla wan ve hatîye efirandin û wan wek nirxên girîng yên ku jîyana me dîyar dikin nas bike”.







