H’emû nûçeSereke

Ermenîstan bi mûşekên balîstîk yên taktîkî yên “Pralay” yên Hindistanê re eleqedar e:IDRW

Weşana hindî IDRW ê ragîhandîye ku Ermenîstan bi mûşekên balîstîk yên taktîkî yên “Pralay” yên hindî re eleqedar e.

Li gorî ajansa medyayê, Adirbêcan sîstemên mûşekên dijîbalafirî yên Îsrayêlê “Barak-8” bikar tîne, ku Hindistan jî di pêşvebirina wan de beşdar bûye. Ji bo derbazkirina vê sîstêma parastina hewayî, Yêrêvan îhtîmala kirîna mûşekên “erd-erd” “Pralay” yên Hindistanê dinirxîne.

Ew mûşekek menzîla kurt e, taybetmendîya wê ya girîng ew e ku ew dikare di dawîya rêgeha firînê de manêvra bike û rêça firînê biguherîne, ev yek “Pralay” dike hedefek pir dijwar ku heta ji hêla pergalên nûjen yên wek “Barak-8” yan “S-300” ve jî bê girtin.

Heger peyman bê îmzekirin, Ermenîstan wê bibe yekem bikirçîya bîyanî ya sîstêma “Pralay”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button