Hin deverên Ermenîstanê ji bo hejmara welatan di herêma sor de ne: dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkê çi gavan diavêje?

Ermenîstan bi hejmareke welatên avropî û her weha hevkarên xwe yên li Dewletên Yekbûyî re dixebite da ku hin herêmên sînor yên Ermenîstanê yên ku berî çend salan li wir bûne, ji herêma sor derxîne.
Ji ber opêrasyonên leşkerî û rewşa aloz ya li herêmê, gelek welatên avropî û her wiha Dewletên Yekbûyî bajar û deverên sînorî yên hejmareke herêmên Ermenîstanê xistine nav herêma sor û şêwir dane welatîyên xwe ku heger li Ermenîstanê bin, serdana wan deveran nekin.
Civîna çapemenîyê de ku li navenda çapemenîyê ya “Armenpress”ê hatîye lidarxistin, seroka komîteya tûrîzmê ya wezîreta Ermenîstanêye aborîyê Lûsînê Gêvorgyanê destnîşan kirîye ku piştî îmzekirina peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de li Dewletên Yekbûyî 8 ê tebaxê, rewş û têgihîştin guhêrîne.
Lûsînê Gêvorgyan gotîye: “Tûrîzm sêktoreke pir hesas e û welatên ku di rewşa şer de ne di warê tûrîzmê de zirarê dibînin. Piştî îmzekirina peymana 8 ê tebaxê, em dibînin ku ev mêyl ber bi welatê me ve diçe. Ez kêfxweş im ku dezgeha peywendîdar bi balyozxana re dixebite da ku hin herêmên Ermenîstanê ji herêma sor derxîne.Heger em vê yekê bi dest bixin, bandora erênî li ser tûrîzmê dê eşkere be. Em ê herikîna tûrîstan ber bi herêma Syûnîkê, herêma Vayos Zorê, bi taybetî jî civaka Cêrmûkê ve araste bikin”.
Ewê destnîşan kirîye ku xebat bi hevkarên li Avropayê û Dewletên Yekbûyî re ji sala borî ve dest pê kirîye, lê piştî 8 ê tebaxa sala 2025 a rewş cuda ye û hêvîyên mezin ji bo pêşketinên erênî hene.







