H’emû nûçeSereke

Lîsteyeke rêzbendî ya welatan li gorî lêçûnên parastinê yên serê her kesî hatîye amadekirin

Mesrefên leşkerî yên cîhanî pir caran bi prîzma byûcêyên mezin yên neteweyî têne nirxandin, bi balkişandina her tim li ser Dewletên Yekbûyî û Çînistanê. Lê belê, heger em li mesrefên parastinê yên sere her kesî binêrin, wêne bi awayekî radîkal diguhere: ne hêzên herî mezin, lê welatên nisbeten piçûk derdikevin jor.

Li gorî înstîtuyta lêkolînên aşîtîyê ya navneteweyî ya Stokholmê, Îsrayêl di warê xerckirina leşkerî de di cîhanê de welatê herî zêde ye, ku di sala 2024 a de sere her kesî nêzîkî 5,000 dolar ji bo parastinê xerc kiriye. Ev hejmar gefên ewlehîyê yên domdar yên ku welat pê re rû bi rû ye û her weha hebûna xizmeta leşkerî ya mecbûrî nîşan dide.Derheqa wê yekêda Naked Science radigihîne. Tevî byûcêya leşkerî ya giştî ya nisbeten nerm li gorî pîvanên cîhanî (nêzîkî 47 mîlyard dolar), xerckirina sere her kesî li vir bêhempa ye.

Welatên din yên biçûk yan jî yên ji hêla aborî ve pêşketî di rêzbendê de tên. Singapûr ji ber cihê xwe yê stratejîk û girîngiya serdestiya têknolojîk serê her kesekî 2,500 dolarî zêdetir xerc dike. Norwêc û Danyaa jî di nav dehên pêşîn de ne, ji ber dahatên bilind û pabendbûnên zêde di nav NATO ê de.

Dewletên Yekbûyî  di rêza duyemîn de ye, ku hema  sere her kesî 2,900 dolar xerc dike, ku ev jî nîşana byûcêya leşkerî ya mezin û nifûsa mezin ya welêt e. Berevajî vê, Çînbstan di rêzbendiyê de bi xerckirina serê kesî tenê 221 dolar e, ji tevahiya xerckirina leşkerî ya zêdetirî 300 milyard dolarî.

Hêzên avropî Almanya, Fransîya û Padişatîya Yekbûyî di nîvê lîsteyê de ne û hewil didin ku pabendbûnên parastinê bi nifûsa mezin û lêçûnên civakî re hevseng bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button