H’emû nûçeSereke

Qebareya hinardekirina kelûpelên bi esilê xwe ermenî  8 salan de ji 2,2 qat  zêde bûye

8 salên dawî, qebareya hinardekirina kelûpelên bi esilê xwe ermenî ji 2.2 qat  zêde bûye.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

Papoyan ragihandîye ku sala 2017 a de, hinardekirina kelûpelên bi esilê xwe ermenî gihîştiye 2 mîlyard dolarî û di sala 2025 a de – 4.46 mîlyard dolar zêdebûn ji 2.2 qat zêdetir e.

Papoyan her wiha zelal kirîye ku hejmara raberkirî de ji nû ve hinardekirin tune ye.

Wezîr her wiha hejmarên hilberînê  raber kirîye sala 2017 a de- 5.6 dolar, sala 2025 a de 11.3 dolar, zêdebûn ji 2 qat zêdetir e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button