Balyozê Dewleta Felestînêyî li Ermenîstanê bawernameyên xwe raberî serokkomarê Ermenîstanê kirine

Balyozê Dewleta Felestînêyî li Ermenîstanê Îsa Kasîsîen bawernameyên xwe raberî serokkomarê Ermenîstanê kirine.
Wek ku “Armenpress” ji daxuyanîya ku ji hêla rêveberîya serokkomarîya Ermenîstanê ve hatîye weşandin fêr dibe, Vahagin Xaçatûryan ji ber destbikarbûnê pîrozbahî li balyozê nûhatî kirîye û di xizmeta wî ya dîplomatîk de serkeftin xwestîye.
Serokkomar gotîye: “Hûn balyozê yekem in û ev rastîyeke din ya dîrokî ye. Ez piştrast im ku di vê rewşê de, têkilîyên me wê xwedî meylên nû yên pêşveçûnê bin û em ê bi hev re li rê û derfetan bigerin ku wê bihêlin em beşdarî rêyek ji bo derketina ji rewşa heyî bibin. Ev him bi avakirina aşîtîyê li Felestînê û him jî bê guman bi avakirina aşîtîyêye mayînde li Ermenîstanê û herêma me ve girêdayî ye”.
Balyozê nûhatî ji bo pêşwazîyê û hêvîyan spasîya xwe anîye ziman.
“Ez ê her hewlekê bidim da ku têkilîyên dualî yên di navbera Ermenîstanê û Felestînê hemû waran de, bi taybetî di warên çandê, perwerdê û tenduristîyê de xurttir bibin.Ez hêvî dikim ku di pêşerojeke nêzîk de her tişt ji bo Ermenîstanê û Felestînê pir baş be”,-ewî destnîşan kirîye.
Hevdîtinê de, derfetên pêşxistin û pêşvebirina hevkarîya di navbera herdu welatan de hatine niqaşkirin, tekezî li ser aktîvkirina dîyaloga sîyasî û berfirehkirina hevkarîyê di warên cûre-cûre de hatine kirin. Bi taybetî, derfetên danûstandina ezmûnan di warê mirovî de hatine niqaşkirin.Vê çarçoveyê de, serokkomarê Komarê amadebûna Ermenîstanê ji bo raberkirina alîkarîya pêwîst, bi berçavgirtina ezmûna berhevkirî û şîyanên pêşkeftî yên Ermenîstanê di mijarên mirovî de, tekez kirine.
Herwiha alîyan li ser rastîyên herêmî jî axivîne û tekezî li ser girîngîya rêvebirina prînsîpên aşîtî, aramî û cînartîya baş kirine.







