Dêyvîd Alên hevdîtina xwe ya bi Srbûhî Galyanê re piştgirîya Amêrîkayê ji nû ve piştrast kirîye

Wek ku me ragîhandibû,wezîra dadê Srbûhî Galyan rastî karmendê balyozxana Dewletên Yekbûyîye li Ermenîstanê Dêyvîd Alên hatîye.
Ji wezîreta Ermenîstanêye dadê ragîhandine ku alî li ser van mijaran axivîne:
. pêvajoya rêformên destûrî.
. ajandaya aşîtîyê ya Komara Ermenîstanê.
Wezîr beşdarîya Amêrîkayê ji bo aşîtîya li herêmê pêk hatîye û her wiha ji bo sazûmankirina wê ya zêdetir pir nirx daye û pabendbûna wezîreta dadê ya ji bo hevkarîyê ji nû ve piştrast kirîye.
Civînê de, Srbûhî Galyanê ev xalan anîye ziman:
.vîzyona heyî ya derbarê pêvajoya rêforma destûrî de, demên dîyarkirî, guhartinên sereke yên ku hatine niqaşkirin û her weha mijarên din yên ku ji hevkarên me re balkêş in raber kirine.
Wezîrê tekez kirîye ku rêform armanc dikin ku karîgerîya pergala dadwerîyê zêde bikin, sazîyên dêmokratîk û serwêrîya qanûnê qewîn bikin.
Dêyvîd Alên ji bo pêşwazîyê spasîya xwe anîye ziman û amadebûna Dewletên Yekbûyî ji bo piştgirîyê ji nû ve tekez kirîye. Lihevkirinek hatîye kirin ku hevkarîya bi bandor di rêgezên destnîşankirî de berdewam bike.







