Divê bîra dîrokî me ji rastîyê qut neke: hevpeyvîna serokkomarê Komara Ermenîstanê bi “Manifesto” re

Serdana xwe ya fermî ya li Yûnanistanê, serokkomarê Komara Ermenîstanê Vahagin Xachatûryan hevpeyvîn daye kovara yûnanî ya bi prêstîj “Manifesto” ê.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, serok Xaçatûryan li ser nêzîkatîyên sîyaseta der ya Ermenîstanê, pêşketinên herêmî, hewldanên ji bo avakirina aşîtîyê bi Adirbêcanê re û mijarên din rawestîyaye.
Vahagin Xaçatûryan behsa pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de kirîye û behsa wê daxûyanîyê kirîye ku 8 ê tebaxa sala 2025 a ji alîyê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Alîyêv ve li Waşîngtonê, ku serokê Amêrîkayê Donald Tramp jî di nav de bûye, hatibû îmzekirin.
Serokkomarê Ermenîstanê gotîye:”Tiştê ku 8 ê tebaxê qewimî dibe ku bêbawer xuya bike. Lê belê, rojekê de çênebû. Berîya wê heyameke amadekarîyê ya pir dirêj hebû”. Li gorî Vahagin Xaçatûryan, pêvajoya danûstandinan ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de di warê rewşa sînor de jî encamên pratîkî bi dest xistîye.
Xaçatûryan gotîye: “Ji 25 ê çileya sala borî heta îro, rewş li ser sînoran aram bûye, gulebaran tune. Berê, bûyerên sînor her roj diqewimîn”.
Serokê Komara Ermenîstanê her wiha bal kişandîye ser fikarên hin beşên dîyasporaya ermenî yên di derbarê normalîzasîyakirina têkilîyên bi Adirbêcanê û Tirkyayê re û destnîşan kirîye ku hevdîtinên xwe yên bi civakên ermenî yên li derveyî welêt re ji bo gavên ku ji hêla hukumeta Ermenîstanê ve hatine avîtin, têgihîştin hîs kirîye.
Serokkomar destnîşan kirîye: “Min rewşa aborî û sîyasî ya Ermenîstanê ji wan re raber kirîye.Min hîs kirîye ku têgihîştinek li hember sîyaset û gavên hukumeta me heye.Ya here girîng ev e ku em nebin dîlên dîrokî û ji rastîyê qut nebin”.
Hevpeyvînê de, serokkomarê Komara Ermenîstanê rewşa heyî û pêrspêktîvên pêşketina têkilîyên Ermenîstan-Yûnanistanê jî raber kirîye û girîngîya kûrkirina hevkarîya dualî tekez kirîye.







