Kapasîteyên ewlehîya sîber wê bên qewîn kirin: Armên Xazaryan nûnerên ofîsa hevkarîya di warê têkoşîna li dijî madeyên hişber û sepandina qanûnê ya balyozxana Dewletên Yekbûyî û FBI pêşwazî kirîye /vîdyo/

19 ê sibatê, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Armên Xazaryan pêşwazî li şandeyeke bi serokatîya nûnera ofîsa kontrolkirina narkotîk û hevkarîya bicîhanîna qanûnê ya balyozxana Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenîstanê Marî Kûrtê kirîye, ku di nav wan de bûye ataşeyê hiqûqî yê Ermenîstan û Gurcistanê yê byûroya lêpirsînê ya fêdêral ya wezîreta dadê ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Alêksandr Tîgûy.
Armên Xazaryan, piştgirîya berdewam ya hevkarên amêrîkî pir qîmet kirîye û tekez kirîye ku bernameyên hevbeş di pêvajoya rêformên sêktorî de xwedî girîngîyeke sereke ne.
Alîya li ser pêvajoya qonax bi qonax ya avakirina laboratoryeke sîber û her weha pêdivîyên têknîkî û binesazîyê nîqaş kirine. Endamên şandeyê amadebûna xwe ji bo kirina perwerdehîya pîşeyî ji bo beşdarbûna di pêşxistina şîyanan de di warê têkoşîna li dijî sûcên sîber de nîşan dane.
Rûbirûbûna pirsgirêkên sîber û her weha têkoşîna li dijî koçberîya neqanûnî, bazirganîya madeyên hişber, bazirganî û sûcên navneteweyî hatine nîqaşkirin.







