Papîkyan bi serokkomarê Îranê li ser mijarên hevkarîya parastinê axivîye

Wezîrê Ermenîstarnêyî parastinê Sûrên Papikyan bi serokkomarê Komara Îranêye Îslamî Mesûd Pêzêşkyan re civîyaye. Li gorî ragîhandina “Armenpress”ê, derheqa wê yekêda Papîkyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.
Papîkyan nivîsîye:”Min silavên germ yên serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gîhandîye serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkyan.Hevdîtinê de, me herduyan girîngî û pêwîstîya pêşveçûna berdewam ya têkilîyên asta bilind yên di navbera Ermenîstanê û Îranê de û her weha qewînkirina aşîtî û aramîyê li herêmê tekez kirîye”.
Alîya li ser mijarên têkildarîya hevkarîya Ermenîstan-Îranê, di nav de hevkarîya di sêktora parastinê de, axivîne.
Wezîr destnîşan kirîye: “Min tekezî li ser pêwîstîya çareserkirina rewşa li dora Îranê bi rêyên dîplomatîk kirîye. Me her wiha li ser mijarên têkildarî ewlehîya navneteweyî û herêmî nêrînên xwe parve kirine”.







