Pisporên ermenî yekem otomobîla pêşbirkê ya dûr û dirêj çêkirine

Wezîra Ermenîstanêye perwerdê, zanistê, çandê û sportê Janna Andrêasyanê şanda bi serokatîya sêkrêtarê giştî yê fêdêrasîyona navneteweyî ya sporên motorî (FIA) ê Valêrîo Laçîzî qebûl kirîye.Wextê rasthatinê cîgira wezîra perwerdê, zanistê, çandê û sportê Hasmîk Avagyan jî civînê de amade bûye.
Wezîr Janna Andrêasyanê girîngîya serdanê destnîşan kirîye ku pêşveçûna werzîşên motorî li Ermenîstanê ne tenê dikare girîngîya werzîşî, lê di heman demê de girîngîya perwerdehî û têknolojîk jî hebe. Li gorî wê, sêktor dikare wek mêxanîzmeke bi bandor ji bo pêşvebirina perwerdehîya endezyarîyê bê hesibandin, nemaze di çarçoveya koma têknolojîyê ya bajarê akademîk de.
Civînê de, projeya ku ji hêla FIA ê ve hatîye bicîh kirin hatîye raber kirin, ku di çarçoveya wê de pisporên fêdêrasîyona otomobîlan ya Ermenîstanê cara yekem otomobîleke pêşbirka krokabar çêkirin, pêvajoyê bi tevahî li Ermenîstanê bicîh anîne. Wezîrê tekez kirîye ku ev destpêşxerî wê derfetekê peyda bike ku potênsîyala ciwanan bê eşkere kirin, beşdarîya xwendikaran zêde bibe û pêşkeftina zanîna sepandî bê pêşve xistin.
Armanca projeyê ew e ku hawîrdorekê biefirîne ku tê de bêyî veberhênanên mezin yên darayî, bi hilberîna herêmî û çavkanîyên herî kêm, ketina nav motorsportê gengaz be.
Ermenîstan bûye welatê herî dawî ku beşdarî projeya FIA ê bûye. Şêwirmendê fêdêrasîyona navneteweyî nêzîkî 10 rojan li Ermenîstanê xebitîne û şîyanên profêsyonal yên bilind yên tîma li Ermenîstanê hatîye damezrandin nirxandîye. Di nav çend mehan de, pisporên herêmî hilberîna herêmî efirandine û ekosîstêmeke biçûk lê temam ava kirine, ku ji pisporên navneteweyî nirxandinên erênî wergirtîye.
Wezîra perwerdê, zanistê û têknolojîyê Janna Andrêasyanê pêşnîyar kirîye ku îmkanên hevkarîyê bi zanîngeha polîtêxnîk ya neteweyî ya Ermenîstanê re, tevlîkirina xwendikaran, pêkanîna bernameyên danûstandinê û projeyên zanistî û perwerdeyî yên hevbeş bên nirxandin.
Wezîr Janna Andrêasyanê di kurtebirîna civînê de amadebûna hukumeta Ermenîstanê ji bo kûrkirina hevkarîyê û bi hewldanên hevbeş, pêşxistina werzîşên motorî li Ermenîstanê wek rêgezeke girîng ji bo pêşxistina potênsîyala perwerdehî, têknolojîk û ciwanan ji nû ve piştrast kirîye.







