H’emû nûçeSereke

Amêrîka ji bo Bekûyê û  Yêrêvanê dibe altêrnatîva hevkarîya stratêjîk ya bi Rûsyayê re:Fitch

Korîdora TRIPP ê ya ku ji alîyê Amêrîkayê ve hatîye destpêkirin bala veberhêneran kişandîye. Derheqa wê yekêda pêşbînîya “Fitch Solutions” de hatîye destnîşankirin.

Li gorî rêxistinê, peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ketîye qonaxa destpêkê ya bicîhanînê û mezinbûna hebûna jêostratêjîk ya Amêrîkayê li herêmê eleqeya ji bo projeyên nû yên tranzîtê jî zêde kirîye.Korîdora TRIPP ê, ku wê Adirbêcanê bi rêya Ermenîstanê bi Naxçêvanê ve girêbide, dikare rewşa lojîstîkî ya herêmê bi girîngî biguherîne.

Raporê de hatîye destnîşankirin ku piranîya projeyê wê ji hêla sazîyên amêrîkî ve bê birêvebirin û ji bo pêşxistina herêmeke tranzîtê ya bi bacê, hevbeşek bê damezrandin. Karbidestên amêrîkî gotine ku “mîlyard dolar” veberhênan dikarin di projeyên alîkar de bên bikar anîn.

 “Fitch Solutionsk” bawer dike ku destpêşxerîyên paralel di warên ewlehîya ênêrjîyê, binesazîya veguhastinê û lojîstîkê de dikarin rola Adirbêcanê wek navendeke tranzîtê ya herêmî xurt bikin. Li ser vê bingehê, tê pêşbînîkirin ku hevkarîya aborî û stratêjîk bi Dewletên Yekbûyî re  sala 2026 a de bêtir kûr bibe. Li gorî rêxistinê, zêdebûna çalakîya veberhênanê li herêmê dikare beşdarî ji nû ve şekildana him dînamîkên aborî û him jî hevsengîya jêopolîtîk bibe.

Li gorî raporê, Dewletên Yekbûyî ji bo Bekûê û Yêrêvanê dibe altêrnatîveke girîng ji bo hevkarîya stratêjîk ya bi Rûsyayê re.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button