Darizandina pêşandanê ya serokên berê yên Arsaxê tolhildana Elîyêv ji bo şerê yekem yê Qerabaxê ye:DW

Dadgeha leşkerî ya Bekûyê cezayê hebsa heta-hetayê yan jî ya demdirêj li 15 serokên berê yên Qerabaxê birîye. Pisporê alman hevpeyvîna li gel DW ê niqaş kirîye ka Avropa çawa dikare bersiva van biryaran bide.
Analîstê li konsêya têkilîyên Almanîyayêye karên der hevpeyvîna Ştêfan Maystêr bi DW ê re gotîye: “Li ser statûya herêmê ne lihevkirineke qanûnî û ne jî jeopolîtîk li ser asta navneteweyî tune bû. Di encamê de, her kesî xwe bi statûya heta sala 2020 î re teslîm kirîye”.
Maystêr destnîşan kirîye ku nêzîkatîyên welatên avropî li himber pirsgirêka Qerebaxê cuda bûne. Berjewendîyên neteweyî roleke girîng lîstine: hin welatan çavkanî ji Adirbêcanê wergirtine û ji ber vê yekê meyldarê helwesta Bekûyê bûne, di heman demê de dewletên din, ku dîyasporayeke mezin ya ermenîyan lê dijî, piştgirî dane prînsîpa mafê çarenûsî yê gelan.
Piştî ku Adirbêcanê kontrola herêmê girt destê xwe, Yekîtîya Avropayê derxistina fiîlî ya nifûsa ermenî şermezar kirîye. Lê belê, li gorî Ştêfan Maystêr, welatên endam yên Yekîtîya Avropayê nekarîn li ser sepandina cezayan li dijî Bekûyê li hev bikin.
Analîstê DGAP ê destnîşan kirîye ku “Mînaka Qerebaxê nîşan dide ku civaka welatên Rojavayî yên ku heman nirxan parve dikin îdî tune ye”. Bekûyê li ser herêmê kontrol kirîye û civaka navneteweyî ev yek wek rastîyek pêk hatîye.
Maystêr bawer dike ku bi lidarxistina darizandinên pêşandanê yên serokên berê yên komara nehatî naskirin, serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv bi zanebûn hovîtî nîşan dide û “tolê ji bo têkçûna di şerê yekem yê Qerebaxê de distîne”. Li gorî analîst, rêberê Adirbêcanê dikare cezayên ewqas dijwar bide wî ji ber ku ew bi rexneyên navneteweyî re eleqedar nabe.
Kiryarên Bekûyê mînakeke çareserîya otorîtar ya pevçûnê ne.
Analîst destnîşan kirîye ku “Qerebax îdî di sîyaseta avropî û navneteweyî de rolekê nalîze. Adirbêcan dabînkerê sereke yê gaz û pêtrolê ye ji bo Avropayê, ji ber vê yekê hemî welatên Yekîtîya Avropayê ji rexnekirina Bekûyê dûr dikevin” û nebûna berteka navneteweyî li himber mehkûmîyetên serokatîya berê ya komara nehatîye naskirin rave kirîye.







