H’emû nûçeSereke

Ermenîstan girîngîyê dide çareserkirina rewşa li dora Îranê bi rêyên dîplomatîk

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan 25 ê sibatê li Têhranê  rastî sêkrêtarê konsêya bilind ya ewlekarîya Îranêye neteweyî  Elî Larîcanî  hatîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Papîkyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

“25 ê sibatê, ez  rastî sêkrêtarê konsêya bilind ya ewlekarîya  Îranêye neteweyî Elî Larîcanî hatime.

Wextê hevdîtinê, me mijarên têkildarîya ewlehî û aramîya herêmî û her weha pêvajo û pêrspêktîvên pêşketina hevkarîya dualî ya Ermenîstan-Îranê niqaş kirine.

Min tekezî li ser pêwîstîya çareserkirina rewşa li dora Îranê bi rêyên dîplomatîk kirîye.

Papîkyan nivîsîye:”Me li ser jîngeha ewlehîyê ya li dora Ermenîstanê û Îranê jî axivîye”.

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan  23 ê sibatê bi serdana fermî çûbû Îranê.Çarçoveya serdanê de, Papîkyan rastî wezîrê Îranêyî  parastinê, serefermandarê hêzên çekdar û serokkomar hatibû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button