H’emû nûçeSereke

Hukumet wê salane 75 mîlyard dramên din ji bo zêdekirina teqawidan û alîkarîyan veqetîne

Hukumeta Ermenistanê wê salane 75 mîlyard dramên din veqetîne da ku teqawid û maşên pîr û seqetîyê heta 10 000 dram zêde bike.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, wezîrê Ermenîstanêyî aboriyê Gêvorg Papoyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

Ji bo zêdekirina teqawîd û maşên pîrbûn û seqetbûnê heta 10 hezar dramî, em ê salane mîqdarek zêde ya nêzîkî 75 mîlyard dramî veqetînin (ev ê bandorê li zêdetirî 660 hezar kesan bike).

Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan ragîhandîye ku ji 1 ê nîsanê pê ve, teqawid û meaşên li Ermenîstanê wê heta 10 000 dramî zêde bibin.Wezîrê  kar û barên civakî yê Ermenîstanê Arsên Torosyan jî li ser mijarê zelalkirinên din dane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button