SerekeSîyasî

Hukumeta Sûryayê berpirsê nû yê Efrînê diyar kirîye

Parêzgarîya Helebê ya Sûryayê ragîhandîye ku Xêro Elî Dawid wekî berpirsê nû yê herêma Efrînê hatîye destnîşan kirin.

Hukumeta Sûryayê di rêveberîya Efrînê de guherîn kirîye.

Parêzgarîya Helebê  Xêro Elî Dawid li şûna Mesûd Betal wekî berpirsê herêma Efrînê erkdar kirîye.

Xêro Elî Dawid kî ye?

Xêro Elî Dawid sala 1993 a ji dayîk bûye û xwendikarê fakultêya zanistên sîyasî ya zanîngeha Îdlibê ye.

Xêro Elî Dawid berê di rêveberîya kar û barên sîyasî ya parêzgarîya Helebê wek berpirsê ofîsa çalakîyan kar kiriye.

Her wiha hatîye zanîn ku Xêro Elî Dawid bi esilê xwe ji gundê Qerzêlê yê Efrînê ye lê malbata wî li gundê Bircê yê herêma Babê dijîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button