Rûsan gef li te xwarin ku gazî te bikin û bêjin heger tu herî Yekîtîya Avropayê, tê Arsaxê winda bikî: niha me ew winda kirîye, tê çi bibêjî? Arsên Xaratyan

Şerê berfireh yê ku ji alîyê Rûsyayê ve li dijî Ûkraînayê hatîye destpêkirin û çar sal in berdewam dibe, rastîyên jêopolîtîk bi awayekî bingehîn guhertîye, efsaneyên li ser hêza leşkerî ya Rûsyayê hilweşandîye û bandora wê li Başûrê Kafkasîyayê bi girîngî qels kirîye. Damezrînerê Alîk Mêdîa ê û analîstê pevçûnan Arsên Xaratyan, li ser Factor TV li ser vê yekê axivîye û nirxandina xwe ya li ser rewşê û encamên wê yên li ser Ermenîstanê raber kirîye.
Li gorî Xaratyan, planên destpêkê yên Rûsyayê, ku “opêrasîyoneke leşkerî ya taybet” ya demkurt texmîn dikirin, bi tevahî têk çûne.
“Vê şerê birakujîyê yê ku ji hêla Rûsyayê ve hatîye destpêkirin hemû planên gengaz yên Rûsyayê têk birîye. Heger ji destpêkê ve hatibû ragîhandin ku ev opêrasyoneke leşkerî ya taybet e ku wê di nav du hefteyan de biqede, wek ku dibêjin, me dît ku ev veguherî şerekî çar salî, çar salî bi qurbanî û wêranîyek bi asteke êşdar”,-ewî destnîşan kirîye.
Pisporê pevçûnan tekez kirîye ku şer her wiha ramanên li ser neşikestina artêşa Rûsyayê ji holê rakirîye: “Rûsya wek duyemîn artêşa herî amade ya şer li cîhanê dihat hesibandin, niha em dibînin ku em bi çi re rû bi rû ne”.
Li gorî Xaratyan, şikestinên ku li Ûkraînayê çêbûn bandoreke raste-rast li ser pozîsyonên Rûsyayê li Başûrê Kafkasîyayê kirîye, delîleke eşkere ya vê yekê vekişîna aştîparêzên rûs ji Arsaxê ye.
Pisporê pevçûnan tekez kirîye ku şer her wiha ramanên li ser neşikestina artêşa Rûsyayê ji holê rakirîye:”Rûsya wek duyemîn artêşa herî amade ya şer li cîhanê dihat hesibandin, niha em dibînin ku em bi çi re rû bi rû ne”.
Li gorî Xaratyan, şikestinên ku li Ûkraînayê çêbûn bandoreke raste-rast li ser pozîsyonên Rûsyayê li Başûrê Kafkasîyayê kirîye, delîlek eşkere ya vê yekê vekişîna aştîparêzên rûs ji Arsaxê ye.
Li gorî analîst, rewşa heyî di sîyaseta der de nermbûn û serxwebûneke mezintir daye Ermenîstanê. “Lêveka herî girîng ya ku him li dijî me û him jî li dijî Adirbêcanê hebû, niha bi rastî tune ye. Ji wê pêrspêktîvê, ew dikarin hinekî nermbûn û serxwebûneke zêdetir nîşan bidin” ,-ewî bûyerên sala 2013 a bi bîr xistîye. “Heger em bînin bîra xwe, di heman wê sala 2013 a de, redkirina Sêrj Sargsyan ji îmzekirina peymana hevkarîyê bi Yekîtîya Avropî re tam bi Arsaxê ve girêdayî bûye. Ew bi eşkereyî li ser vê yekê digotin, ango rûsan têlêfon kiribûn, gef lê dixwarin, digotin: heger usa be, wê hingê bizanin ku hûn ê Arsaxê winda bikin”.
Xaratyan her wiha behsa vegotina ku ji alîyê Rûsyayê ve tê bikar anîn kirîye ku nebûna Rûsyayê wê bibe sedema “tirkkirina” Ermenîstanê.Ewî ev yek wek manîpûlasîyoneke hêsan bi nav kirîye. “Bê guman, ev vegotina domdar û sebir ya Rûsyayê ye ku heger ne em bin, wê hingê Tirkîya. Ev manîpûlasîyonek hêsan e. Divê em bikaribin têkilîyên xwe bi xwe rêk bixin, heta bi welatên ku ji bo me pir dijwar û pirsgirêk in û berî her tiştî, bi Tirkyayê re. Her navbeynkarek, her alîyeke sêyemîn, berî her tiştî wê li gorî berjewendîyên xwe danûstandinan bike, ne li gorî berjewendîyên me”,- ewî tekez kirîye.
Analîstê sîyaseta Rûsyayê wek nîşaneyek sendroma piştîkolonyal bi nav kirîye, ku tê de zimanê gef û zextê li şûna “hêza nerm” û pêşnîyarên aborî yên balkêş serdest e. Bi raya wî, ev rêbaz mehkûmî têkçûnê ye û dibe sedema windakirina domdar ya bandorê.
Xaratyan behsa hilbijartinên pêşerojê yên li Ermenîstanê û xetereyên gengaz yên vegera serdestîya Rûsyayê kirîye û guman anîye ziman.
Arsên Xaratyan di dawîya axaftina xwe de destnîşan kirîye ku pêşveçûna têknolojîk û aborî, bi taybetî jî tevlêbûna şîrketên Rojavayî di sêktorên nîvkondûktor û ênêrjîyê de, dikare ji bo Ermenîstanê bibe garantîyeke rastîn ya ewlehîyê.”Tiştek nayê vegerandin, lê ew ê pir girîng be heger em ne tenê li ser veberhênanên gengaz biaxivin, lê di heman demê de tevlêbûna gelek şîrketên rastîn jî bi dest bixin”,- ewî wiha dawî li axaftina xwe anîye.







