H’emû nûçeSereke

Hukumet ji bo başkirina kalîteya dabînkirina avê nêzîkî 70 mîlyon yûro werdigire

Çarçoveya peymana deyn ya di navbera Komara Ermenîstanê û banka navneteweyî ya ji bo nûavakirin û geşepêdanê de hatîye îmzekirin, tê plankirin ku qonaxa yekem ya bernameyê ji bo baştirkirina xizmetên av û avdanê yên Ermenîstanê bê bicîhanîn.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda komîtêya avê ya wezîreta rêveberîya herêmî ya Ermenîstanê ragîhandîye û gotîye ku bername armanc dike ku pergalên avdanê, dabînkirina avê  yên Ermenîstanê modêrnîze bike û rêform bike.

Li gorî raporê, hukumeta Ermenîstanê ji bo başkirina kalîteya xizmetguzarîyên dabînkirina ava vexwarinê û avdanê, bi qasî 70 mîlyon yûro  werdigire.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button